Di 10’ê Sibatê ji her derê Ewrûpa ciwan û Jinên Ciwan ên Kurd û Enternasyonal li Mannheîm’ê wê werin gelhev û 6 rojan ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Îsal jî ji hemû welatên Ewrûpa wê Ciwan û jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Meşa Dirêj a kevneşopî li dar bixin. Ciwanan di 9’ê Sibatê da li bajarê Almanya Mannheîm’ê kom bibin û di 10’ê Sibatê de çalakiya Meşa Dirêj wê destpêbike. Di dawiya meşê de çalakvanan wê li Strasbourg’ê bi çlakiyeke girseyî dawî bikin.
Aktîvîstên Jinên Ciwan bi dîmenekî banga tevlîbûna meşa dirêj a li dijî komploya 15’ê Sibatê kirin.