NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta dagirker a tirk ji dema damezrîna xwe vir ve têgeha “Dîn”ê ji bo siyaseta xwe weku keresteyekê bi kar aniye û hemî polîtîkayên xwe yên qirêj bi vê rêyê bo gel vediguhêzîne. AKPya faşîst ji roja damezrîna xwe heta îro, li bakur, ji bo xwe heyî bike “dîn” bi kar anîye. Em dema ku li sazîyên bakur ên hatine sazûmanîkirin dinêrin vê tiştê bi awayekî eşkere dibînin. Li her bajarî bi rêya komele û rêxistinên selefî yên ku bisazûmanî kiriye dixwaze hêza civakî ya dînamîk, ciwanan, ji pirsgirêkên heyî dûr bixe û di nav pergala xwe da weku pasdar bi kar bîne.
Dewleta tirk ya dagirker van komên çeteyan nemaze li bajarên weku Amed, Bedlîs, Çewligê dide bicihkirin û bi rêya wan dixwaze hêza pêşeng a civakê, ciwanan, pasîfîze bike. Nexasim li bajarê Amedê, di van demên dawîn da, bizavdarîya van komên çeteyan bi awayekî serincrakêş dixuyê. Wek tê zanîn, dewleta tirk a dagirker, di salên 1990î yên ku Têkoşîna Azadîyê di lûtkeya xwe da bû, ji bo ku pêşîya vê raperînê bigire gelek caran bi destê van çeteyan bi sedan welatî daye qetilkirin. Heta îro jî ew komkujîyên weku “kujernedîyar” tên zanîn lê di eslê xwe da kujerên wan dîyarin jî bi destê van çeteyan hatine kirin. Ev avanîyên hanê, yekser komên ku ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hatibûn bi sazûmanîkirin, bûn. Di salên dawî de, dewleta tirk a dagirker ya ku li bakurê Kurdistanê lawaz bibû, planê, ku bi rêya van çeteyan li ser pîyan bimîne, dikir.
Me çend roj berê nûçeya, kesên ku dixwestin li Amedê, di serî da jî li navçeya Baxlar û li hemî bajarê di bin navê “cîhadê” da xwe vesaz bikin, hinartûbû. Ev sazî mizgeft û medreseyan ji xwe ra weku baregeh bi kar tînin û dixwazin xwe bi rêya wan heyî bikin. Ji saloxên ku me ji deverê wergirtîye em hîn bûne ku di nav wan sazîyan da kesên rajêrî Afxan û Pakîstanê jî cih digirin.
Li gel vê, kesên di nav van çeteyan da di rojên dîyarkirî da derdikevin kolanan û gelî vedixwînin “sohbet”ên xwe yên şevan. Tê veguhaztin ku pêwendîyên van çeteyan bi Riha û Meletîyê ra hene. Hatîye hêwisandin ku, komên çeteyan dixwazin bi rêya pêwendîyên li van bajaran berbelav bibin.