Namzeta HDP’ê ya Hevşariya Serêkaniyê Narin Gezgor ku di vekirina buroya hilbijartinê de hat binçavkirin hat berdan.
RIHA- Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Narîn Gezgor a 3 roj berê di vekirina buroya hilbijartinê ya Serêkaniyê de polîsan êrîş kir û binçavkirin het berdan. Gezgor ji ber ku tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir, rastî mudaxileya bombeyên gazê yên polîsan hatibû û hatin binçavkirin.
Gezgor ku sewqî midûriyeta polîsan a Rihayê kiribûn sewqî dozgeriyê kirin. Gezgor li dozgreyê diyar kir ku Hevseroka KCD’ê ji bo mafekî ketiye grevê û ew mafdar e. Gezgor da zanîn ku dema di vekirina buroyê de qala tecridkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir polîsan bêyî hişyarî mudaxale kiriye û bi bombeyên gazê avêtiye ser girsê.” Gezgor, piştî îfade da dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li Gezgor guhdar bir, bi şertê qedexeya derve serbest berda.