Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya li dijî MÎT û DAÎŞ’ê ya meha Çileyê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya li dijî MÎT û DAÎŞ’ê ya meha Çileyê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: Di 25 operasyonê de 552 terorîstên Tirk hatine girtin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
Têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ya parastina Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê li hember her cûre û hewldana dagirkerî û terorîzmê bê rawestan berdewam e. Di Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêrezorê ku li dijî DAIŞ’ê yê meşandin de hêzên me bi rista xwe ya pêşengtî radibin. Yekîneyên Antî-Teror û Tîmên Operasyona Taybet jî operasyonên xwe yên li hember şaneyên veşartî yên terorîst ku hewl didin êrîşan pêk bînin didomînin, li hember van şaneyan bi operasyonên taybet pêşî li gelek êrîşên terorîstî tên girtin. Di vê çarçoveyê de YAT û Tîmên Operasyonên Taybet di nav vê mehê de jî li hember gelek şaneyan operasyonên taybet li dar xistin û di van operasyonan de terorîstên ku di plankirin û pêkanîna êrîşan de cîhê xwe digirtin, bê bandor kirin.
Bîlançoya giştî ya berxwedanî û operasyonên hêzên me ya li hember fesnên dagirkerî û terorîzmê wiha ye:
1. Di nav meha Çileyê de encamên operasyonên hêzên me YAT û Tîmên Operasyonên Taybet yên li hemer şaneyên MIT û DAIŞ’ê wiha ne;
Operasyon: 25
Terorîstên ku hatine girtin: 552
Êrîşên ku hatin astengkirin: 8 (2 MIT, 2 DAIŞ û 4 komên terorîst yên cûda)
Amûrên ku hatine desteserkirin: 6 demançe, telefon, laptop, gelek alavên leşkerî û 7 mayin (2 MIT, 3 DAIŞ û 2 yên komên terorîst yên din)
Çalakiyên ku hatine lidar xistin: 8. Di van çalakiyan de terorîstek hat kuştin û 5 terorîst brîndar bûn.
2. Di nav meha Çileyê de 6 hevalên me li Pêngava Bagera Cizîrê, 2 hevalên me di encama qezayan de û 2 hevalên me jî di encama nexweşiya dil de şehîd ketin.