ELMANYA- Li bajarê Boon ê Elmanyayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakvanên grevan re bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Bon, Koln û Dusseldorfê meşek hate kirin.
Berî meşê Nûnera Bon a Dîe Lînkê Jûrgen Repschleger axivî û bal kişand ser zextên dewleta Tirk a li ser Kurdan û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava li dijî paradîgmaya li wir di meryetê de ye.
Meşvanên ku li navenda Bonnê re derbasbûn, li pêşiya Komîsyona Ewropa ya Bonnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dosyayek pêşkêşî saziyê kirin. Meş wê sibe jî ji Kolnê saet 11:00’ê ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk destpê bike.Meş wê sibe jî ji Kolnê saet 11:00’ê ji pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk destpê bike.