Di 17’ê Sibatê de Konferansa Meclîsên Jinên Ciwan ku li Amed’ê pêk were ji bo beşdarbûnê ji Stenbol’ê bangawazî hate kirin.
STENBOL- Di 17’ê Sibatê de Konferansa Meclîsên Jinên Ciwan ku li Amed’ê pêk were ji bo beşdarbûnê ji Stenbol’ê bangawazî hate kirin. Her wiha cih û seatên derketina wesayitan ber bi Amed’ê ve hate eşkere kirin. Konferans ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina têkoşîna Jinên Ciwan wê were li dar xistin. Konferansa ku pêk were re bendê ne ku bi sedan jinên ciwan tevlî bibin.
Ji bo kesên ku ji Stenbol’ê bixwazibin tevlî konferansê bibin:
- Herêma 1- Avahiya bajêr ên HDP’ê ya Stenbol’ê
- Herêma 2- Avahiya HDP’ê navçeya Kadikoyê
- Herêma 3- Avahiya HDP’ê navçeya Şîrînevlerê
Wesayît wê di 16’ê Sibatê de li ber van avahiyan di seata 10:00 de wê rabin.
Mêrdîn
Bi heman sedemê beriya konferansê li Mêrdînê di dîroka 9’ê Sibatê de Jinên Ciwan faliyetekî fîlm temaşekirin û mûzîkê wê li dar bixin. Wê Parlementera HDP ê Amed’ê Dersîm Dag jî tevlî vêşahiyê bibe. Şahî wê di Şahmeran Cafe de pêk were.