NAVENDA NÛÇEYAN
Rêber APO gotibû ku: “Me TC’ê bi atmesfora derûnî têk biribû. Hê jî kesayeta me ew qas tirsdêr e“. Bilêvanîna rasteqîniya têkoşîna Rêbertî û PKK, îxtîmalek mezin ev be. Sekna îdeolojîk, hêza ramana Serok APO û rasteqîniya gel a Serok APO afirandiye, bûye xewnereşka TC û emperyalîzma cîhanê. Ji ber wê jî pergala Îmraliyê evqas bi zalimane hat birêxistinkirin. Ji ber ku Serok APO, hemû polîtîkayên bêsinckirinê ya modernîteya kapîtalîzmê vala derxist û bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re jî ji gelên bindest re pergala jiyana nû ava kir. Ev pergal, bû hêviya hemû gelan. Bi teybetî jî nirxandinên jin û Têkoşîna Jinên Azad, ev felsefe, nexwe hêzên serdest pir aciz kiriye ku pergala çarmixê ya Îmraliyê ava kirin. Emperyalîstan û TC, hisab dikirin ku ramanên Serok APO û rasteqîniya gel a Serok APO afirandî, di bin tecrîde de bigrin. Lê berxwedana gel û çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“, dijmin mat kir. Ne hêzên emperyalîst, ne jî TC, hisab nedikirin ku vîneke wisa derbikeve holê. Ev revdeyên serdest, hisab kirine ku PKK wê biqede, gel wê bimelise û ciwanên Kurd jî ji berxwedanê gavek paşve wê biavêje. Lê berxwedan û vîna gelê Kurd ku derxistin holê, hemû hisab û polîtîkayên dijmin serobino kir.
Rêber APO, êdî ji bo emperyalîstan wek fikir û ramanê dibû xetereyek. Ji ber ku êdî Rêber APO, rasteqîniya raman, bîr û gelê azad bû. Û ev jî pergalên ku wek netew-dewlet avakirî xeteriya herî mezin bû. Ji ber vî yekî tecrîd divê hatiba kûrkirin û polîtîkayên îzolasyonê jî hatiba aşîkarkirin. Welê ku ji ber polîtîkayên îzolasyonê, gelê Kurd ji sê salan zêdetir ji Serok APO agahî nastînin.
Ji bo netew-dewletan dîrok ji nû ve xwe dubare dike. Zanyarek nû, zanyarekî ku pergala wan wê hilweşîne ji dayik bûbû; ji ber vê jî hewcebû ku polîtîkayên nû ya tasfiyeyê biketa rojevê. Ev siyaseta nû jî pergala çarmixê ya Îmraliyê bû. Ev ji sê salan zêdetir tecrîd hîn girantir bû û fikr û ramanê Rêber APO jî ji bo ku negihîje gel tên îzolekirin. Lêbelê berxwedana gel a 40 salî û rasteqîniya civaka exlaqî û polîtîk Qomploya Navneteweyî vala derxist û her roj jî her ku diçe berxwedan mezintir dibe û bîra civaka azad jî bi Şoreşa Rojavayê jîndar dibe. Ku ev hişmendiya netew-dewletê hîn zêdetir aciz kir û rasteqîniya gelê azad girtin bin tecrîdê.
Berxwedanek ku destanan dide nivîsandin û tê de “Ez“ nîne. Berxwedanek ku tê de ciwan, jin, civakbûyîn, gel, hêvî û azadî heye. Em seranserê dîrokê, şahîdên berxwedanên Kurd bûn. Hemû berxwedanan jî destanan dan nivîsandin û hêvî afirandin; jin bû, gel bû û azadî bû.
Niha jî em şahîdê berxwedanek ku hêza ji nû ve afirandinê heye, dibin. Berxwedana ku bi pêşengiya dayikek, jinek bi pêş diket, niha berxwedana hemû Kurdistanê dibe. Berxwedanek ku li derdora Rêber APO mezin dibe û vîndar dibe ye. Pergala çarmixê ya Îmraliyê ku li ser gelê Kurd tê meşandin ji çalakiyek ku bi Leyla Guvenê vîndar dibe re vediguhere.
Rasteqîniyeke gelê azad a ku serdestan nizane heye; ew jî rasteqîniya “raman, bi girtina bin zextî re nayên tunekirinê“ ye. Hela ev raman, ramana civaka exlaqî û polîtîk jî bibe, sedsalan jî derbas bibe ev raman her heyî wê bimîne û modernîteya kapîtalîst wê tek biçe û modernîteya Demokratîk di serî de axên Mezopotamyayê, di hemû cîhanê de wê bikeve merîyetê. Rasteqîniya jênerev a faşîzma netew-dewletê, li hemberî pergala Modernîteya Demokratîk pelişîn e.
Ji bo rêhevalên me yên ku ji bo Kurdistanê û xeyalên Kurdistaneke azad ketine çalakiyek wisa esil, niha dora me ye; ji bo vê ala berxwedanê ber bi serkeftinê re bibin em li benda çi nin? Ji bo ciwanên Kurdistanê niha dengvedana berxwedanê ye û dema mezinkirina berxwedanê ye. Bi ser de dem jî li benda ji faşîzmê hisabpirsîna ciwanên Kurdistanê ye, lê ciwanên Kurd li benda çi ne? Gavek, gavek şûnde serkeftin e, Rêbertiyek Azad e, Jina Azad e û Kurdistana Azad e. Li berbanga vê divê were tevgerîn.
Bi fikr û ramana Rêber APO re jiyandin, vê veguherandina bîrdoziyê dijmin diqehirîne. Yê ku dijmin zalim dike jî ditirsine jî ev bîrdozî ye. Bi salane pevreyiya fikir, bîranîn(zikr) û çalakiyê ya Rêber APO, gelê Kurdistanê ji mirinê, ji tunebûnê rizgar dike. Ciwanên Kurd jî divê li her qadê têkoşînê bi pevreyiya fikir, bîranîn û çalakiyê ve mezin bike û dîsa li her qadê qadê kozikên xwe yên berxwedanê ava bikin. Hewceye ku ciwanên Kurdistanê, bi giyan û hewaya Rêber APO ku dijmin jê ditirse tevbigerin û ji faşîzmê hisab bipirsin. Bi berxwedana Leyla Guvenê, hewayê Rêber APO ku Kurdistanê dorpêç kiriye, heye. Dijmin ev dît û jê tirsî; ji ber vê jî mecbur ma û bi Rêber APO re hevdîtin dan çêkirin. Bi ser de Leyla Guven, ji zindan hat derxistin. Ev jî nîşaneya lewazbûna dijminê Kurd a mêjîn Erdogan e. Gelê Kurd, êdî dijminê xwe baş nas dike û ji ber vê jî dev ji berxwedanê neberdan û hîn mezintir kirin. Xuyaye ku dijminê me yê mêjîn ji bo ku berxwedanê bişkîne wê nasekine û ji bo mezinkirina faşîzmê jî şerê teybetê wê hîn kûrtir bike, dagirkirinê wê hîn bi pêş bixe û bi hovane wê êrîşê bike. Niha ciwan û jinên Kurd jî divê nesekînin û berxwedanê li her qadê berbelav bikin. Bi berbelavkirina hewaya berxwedanê ya Leyla Guven afirandî, divê faşîzmê hilweşînin.
Nurhak Amanos