Xwendekarên ji JXK û YXK’ê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Zanîngeha Goethe ya Frankfûrtê stand danîn.
ELMANYA- Li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, aktîvîstên JXK û YXK’ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekkirina grevên birçîbûnê stand danîn.
Li standê îmze hatin komkirin û ji bo CPT bi erka xwe rabe name jê re hate nivîsandin.