Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên ciwanan didomin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, li navenda qenala televîzyonê ya Elman ZDF çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin û dosya dan rayedarên televîzyonê.
Kurdistanî doh êvarê saet 17’an ketin hundirê navenda ZDF’ê ya li Unter den Lindenê û li vir çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanan pankart vekirin, dirûşm qîriyan û xemsariya medya Elman a li pêşberî tecrîdê û grevên birçîbûnê rexne kirin.
Ciwan piştre bi rêveberên qenalê re rûniştin û li ser armanca grevên birçîbûnê dosyayek radestî wan kirin.
Piştî ku rayedarên televîzyonê soz dan ku wê rastiyan bi rengekî bêalî ragihînin, ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.