Berdevka Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Buldan, di encama krîza dil de jiyana xwe jidest da.
MEXMÛR- Avyan Buldan ku di heman demê de li bajarê Hewlêrê ji bo debara malbatê jî kar dikir, serê vê sibehê li Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Buldan wê di saetên pêş de bînin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî û bi merasîmekê bê definkirin.
Avyan Buldan li gel malbata xwe ji ber zextên Dewleta Tirk wek hemû welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji Bakûrê Kurdistanê penaber bû û li wargehê diman.
Avyan Buldan dibistana seretayî û amedeyî li wargehê qedand û li Hewlêrê beşa derunînasiyê ya Zankoryê qedandiye. Buldan ku berdevkiya Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê dikir, di heman demê di Koordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) jî cih digirt.
Xwîşka wê jî bi krîza dil jiyana xwe ji dest dabû
Xwîşka Buldan Evîn Bûldan ku li Bakûrê Kurdistanê ri rojnameyên Azadiya Welat û piştî girtiya vê rojnameyê jî di rojnameya Rojeva Medyayê de wekî edîtor kar dikir jî, di sala 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Evîn Buldan li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû definkirin.