Ji bo meşa dirêj a ku ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ji bo xwesteka azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê komîteya amadekariyê bangawaziyek hate kirin.
MANNHEIM – Ji bo meşa dirêj a ku ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ji bo xwesteka azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê komîteya amadekariyê bangawaziyek hate kirin. Meşa dirêj wê 10 Sibat3e li Mannheîmê destpê bike. Di 9’ê Sibatê li Mannheîmê ciwan werin gel hev. Meş di seat 09:00 de piştê daxuyaniyekî wê destpê bike û di 16 Sibatê li Strasbourg’ê dawî bibe.
Amedakariya komîteyê bi dimenekî banga tevlîbûna Meşa Dirêj a ku salvegera 20’mîn a komployê de pêk were kir. Komîte bal kişand ser salvegera 20’mîn û grîngiya wî diyar kir. Di daxuyaniya komîte de hate gotin: “Rewşa Çalakvanên di greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîda gira a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her diçe xirab dibe. Em wek Ciwanên Kurd û Enternasyonal tecrîd ji xwe re bêrumetî û tu car nayê qebulkirin dît. Êdî wek ciwan em dibêjin “Dem Hatiye Serî Hilde”, komplo parçe bikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Em bang hemû Ciwanan dikin ku di meşa dirêj a ku di 10’ê Sibatê de ji Mannheîm’ê destpê bike bi ruhê seferberî cihê xwe bigrin.”