Li Sîlîvrî di febrîqeya tekstîlê de bi sedama nehat zanîn şewatek derket. Gelek wesayîtên temirandinê çûn cihê bûyerê.
STENBOL– Li Sîlîvrî di febrîqeya tekstîlê de bi sedama nehat zanîn şewatek derket. Gelek wesayîtên temirandinê çûn cihê bûyerê. Bi jêkirina deriyên febrîqeyê tê xwestin agir were temirandin.
Di şewat de hate dîtin ziyanek giran çêbûye.
Ji aliyê din duh Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihandibû ku, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li metropolên Tirkiye’yê 6 febrîqe, 18 kargeh, 3 wesayît û 2 depo şewitandine.