YJC ên Dêrezorê Diyar kirin ku cihê xwe di Kontrokê Kesre de girtine û meşa Jinên Ciwan ya ber bi azadiyê ve wê berdewam bike ta ku azadiya xwe bi dest bixîne.
Dêrezor- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrezorê cihê xwe di nav hêzên Kontrolê de girtin ji bo isbatkirina rola Jin di nav civakê de li Dêrezorê noqteya Kontrolê Kesre bi rê ve dibin û hemû notên Erebeyan ji bo Ewlehiya Herêma xwe Kontrol dikin.
İsbatkirina rola Jinê di nav Civaka Dêrezorê de, ji bo ku girîngiya rola jin derxînin holê û bi taybet di mijarê parastina axa welat li hemberî Çeteyan. Her wiha Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Lîna El Ebûd ji ajansa me re axivî û got: Em vî karî dikin ji ber ku em bi erkê xwe radibin ji bo ku girîngiya Rola Jin di civakê de bidin naskirin û bi taybet di mijarê parastina axa welat.
Lîna di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di rojên pêş de wê Komîteyên Parastina Cewherî ya Jinên Ciwan were avakirin di riya wan de ewê Ewlehî li Herêmê bê misogerkirin her wiha jî bi alîkariya Hêzên Ewelehiya Hundirîn.”