NAVENDA NÛÇEYAN
Elefteria Fortulakî, Jinek Yewnan û dayika du zarokan e (Elefteria bi Yewnanî azadî ye), di 24ê Adara 2006 an de li paytexta Yewnanîstan Atînayê canê xwe da ber agir. Li hemberî Qomploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, beravajî dewleta Yewnan a ku li qomployê di rola sereke de bû, Elefteriyaya jina Yewnan ji bo ku piştgirî bide gelê Kurd canê xwe da ber agir. Elefteria, tê wateya azadiyê û azadiyê bi sembola berxwedanê agir re kir yek. Elefteria, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wek ROJ didît û ji bo vê ROJê jî xwe kir agir.
“Dewletên ku Kurdistan kirine 4 perçe, Kurdan dikujin“
Elefteria, li Yewnanîstanê bû dengê jineke Yewnan; di dilê jinên Kurd de canê xwe da ber agir. Bêtirsane bû bûka Kurdistanê; bûkaniya Kurdistanê ji agir e, xêliya Kurdistanê jî berxwedan e. Yên ku ji çalakiya Elefteria bermayî, berxwedan û nameyek bû. Di nameya xwe de Elefteria dibêje “biratiya gelan pir xweş e” û hest û ramanê xwe wisa tîne ziman; “Biratiya gelan tiştek pir xweş e. Gelê Kurd jî ji bo biratiya gelan têdikoşin. Gerîlayên Kurd jî, li hemberî êşkence û zilmên Dewleta Tirk şer dikin. Kurd, ji bo zimanê xwe yê zikmakî, ji bo mafên xwe û ji bo jiyanek mirovane têdikoşin. Ji ber vê jî zarokên Kurd, kal û pîrên Kurd tên kuştin. Dewletên ku Kurdistan kirine 4 perçe, Kurdan dikujin. Bi silavên germ di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîlên siyasî, Hêzên Parastina Gel, ROJ TV, Dengê Mezopotamya, Koma Berxwedan, malbatên şehîdan û dayikên aşitiyê silav dikim. Ji min li Zekiye, Sema Yuce, Ronahî, Rahşan Demîrel û Bêrîvanan silavan. Dibêjim ku; wan, Kurd û Kurdistanê, dîroka Kurdistanê, bibîryarbûna xwe ve dilfireh kirin“.
Bi diruşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ re dawiya nameya xwe anî. Elefteria, bi gotina “Azadiya Rêber APO û gelê Kurd, azadiya hemû cîhanê ye“ ve çalakiya xwe pêk tîne.
Elefteria, bû dengê Kurdistan. Çalakiya Elefteria, dîsa radixe ber çavan ku Abdullah Ocalan, Rêberê Gelan e. Tecrîdê ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê pêkanîn jî , ji hemû gelan re, ji azadiyê re û ji demokrasiyê re tê pêkanîn.
Faraşîn Sîdar