Înîsîyatifa Ciwanên Rojhilata Navîn ji ajansa me re di derheqa amadekariya 2`mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de, li ser armancên wê û bernamaya 4 rojan nirxand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di sala 2015 de di pêşengiya Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a yekemîn pêk hatibû. Di encama konferansê de “Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn” hatibû îlankirin. Ev koordînasyon ji ber sedemên cuda neketibû meriyetê û pêwîstî hat dîtin ku Konferansa duyemîn were li dar xistin. Di nav biryarên Konferansa yekem de hate girtin de, biryara ku duyemîn konferans li qada şoreşê, li Bakurê Suriye were li darxistin hatibû girtin. Di vê binyadê de li Qamişlo “Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn di dîroka 14 Tirmeha 2018 de xwe îlan kiribû. Di înîsiyatifê de pêkhateyên ciwanan Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirk cihê xwe digirin. Piştê îlankirina înîsiyatifê amadekariya 2’mîn konferansê destpêkir.
Armancên 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn
Armancên demdirêj û demkurt a konferansê ji aliyê Înisiyatîfa Rojhilata Navîn ve hatibû diyar kirin. Di armancên demkurt de naskirina rêxistinên ciwanên Rojhilata Navîn, lêhûrbûna nîqaşên krîza Rojhilata Navîn û çaresera wî, ji bo têkoşîna hevpar hedefên avakirina mekanîzmaya rast a rêxistinî hatibû diyarkirin.
Di armancên de demdirêj de jî, pêşxistina ruhê têkoşîna hevpar ji bo Rojhilata Navînek Demokratîk û Sosyalîst, Di krîza ;Rojhilata Navîn de mezinkirina xeta demokratîk a gelan, li dijî serdestên Rojhilata Navîn perspektîfa Serhildan û Şoreşê belavkirin heye.
Bernameyek 4 rojan hatiye diyarkirin
Ciwan wê di bernameya 4 rojan de li ser kaos û krîzên ku bi destên dagirkeran li ser Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin lêhûrbûn bikin û çareseriya Netewa Demokratîk niqaş bikin. Di derheqê mijarên cuda cuda wê seminer bên dayin û platformên niqaşan bên meşandin. Roja yekmîn ya konferansê wê bi axaftinên mevanan û beşdarvanan pêk were. Di roja duyemîn de wê projeyên desthilatdaran û hêzên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn, Jin li Rojhilata Navîn (zilamsalarî, zayendpersetiya civakî, Jineolojî, rol û misyona Jinên Ciwan) û hişmendiyên li Rojhilata navîn (bandora Oryentalîzm, desthilatdarî, dogmatîzm, netewperestî, azadî, komînalbûn, civakîbûn, hwd.) bên niqaşkirin. Roja sêyemîn de wê mijarên wek “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd û şoreşa Kurdistanê”, “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka filistîn û têkoşîna rizgarî ya gelê filistîn” û “Pirsgirêka ol û mezheb û projeya Îslama Demokratîk” bên niqaşkirin. Her wiha mijara Ciwan li Rojhilata Navîn, jerontokrasî, serhildanên 68’an, hwd. jî wê di roja sêyemîn de bibe rojev.
Roja dawî ya Konferansê de ciwanên Rojhilata navîn wê Aloziya Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de, Rol, erk û misyona ciwanan ji bo pêşerojekê azad li Rojhilata Navîn/Buhara Gelan û li ser pirsa “Em ê xwe çawa bi hev re rêxistin bikin?” niqaş bikin. Ciwan wê Pêşniyar û Biryaran pêş bixe û herî dawî wê Pêşkêşkirina encamnameya konferansê çêbibe. Bi biryardayinek xurt û moralekî mezin wê ciwanên Rojhilata Navîn konferansa xwe bi dawî bikin.
Amadekarî di qonaxa dawîde ye
Di çarçoveya amadekarî de bi hemû rêxistinên Ciwanan a partiyan, şoreşgeran, sosyalîstan û demokratan a ku di Rojhilata Navînin hevdîtin hat kirin. Di hevdîtanan de girîngiya konferansê û armancên wê hate ragihandin û banga beşdarbûna konferansê hate kirin. Konferansa ku di navbera dîrokên 20-21-22-23 Sibatan de were li dar xistin di Bakurê Suriye were kirin. Konferansa ku bi şiyara “Di pêşengiya ciwanan de Rojhilata Navînek demokratîk û pirrengî ve” were organîze kirin re ji her aliyê welatên Rojhilata Navîn benda beşdarbûna ciwanan tê kirin.