Lijneya Înfaza ya Midûriyetea Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ji bo ziyaretên malbatên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamilî Yildirim, ji 2’ê Çileya 2019’an heta 3 mehan hevdîtin qedexe kir.
STENBOL – Derket holê ku Lijneya Înfaza ya Midûriyetea Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ji bo ziyaretên malbatên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamilî Yildirim, ji 2’ê Çileya 2019’an heta 3 mehan hevdîtin qedexe kiriye. Lijneya Dîsîplînê, biryara 2’ê Çileya 2019’an a der barê Ocalan de di 31’ê Çileya 2019’an de û der barê girtiyên din de di 01’ê Sibata 2019’an de teqez kiriye. Parêzeran xwest dosyaya der barê biryarê de lêkolîn bikin û xwe bigînin naveroka dosyayê. Lê Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê daxwaza parêzeran red kir.