NAVENDA NÛÇEYAN- Di girtigeha Îmraliyê qedexeyeke nû ya ku wekî bi gelê Kurd re heneke xwe bikin xistin meriyetê, ji bo ziyaretên malbatên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamilî Yildirim, ji 2’ê Çileya 2019’an heta 3 mehan hevdîtin qedexe hate kirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev sê sale di nav tecrîdekî giran de dimîne. Her wiha di vê pêvajoyêde di encama berxwedanê de xeynî du car birayê Rêberê Gelan, Mehmet Ocalan çû hevdîtinê tu evdîtin pêk nehatiye. Bi tu şêwazê nehiştin ku parêzer û şande biçin li gel Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Li dijî vê tecrîda giran ji 8 mijdarê ve di pêşengiya Leyla Guven ve gelek Kurd di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Ji aliyê çalakvanan ve bibiryardarî berxwedaneke bêhempa tê meşandin.
Dewleta dagirker a Tirk wekî ku ev sê sale li Îmraliyê tecrîdeke giran tuneye û her tişt di asayî de berdewam dike, qedexeya derketina hevdîtinê a 3 mehan radigîhine. Pêwîste mirov bipirse ma hevdîtinek çêdibû ku qedexeya hevdîtinê tê dayîn.?