Ciwanên Eyn Îsa’yê li dijî komployê dest bi çalakiyan kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, bi nêzikbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyan kirin.

GIRÊ SPÎ- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, bi nêzikbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyan kirin.

Çalakî bi daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa ve hate destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Eyn Îsa Zehra Mihemed li ber navenda meclisa navçeyê ve  hate xwendin ve, komploya naventeweyî û bêdengiya navneteweyî ya li dijî Ocalan hate şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî Hesen di konê ku ji aliyê wan ve hatiye vegirtin de, semîner da. Di semînara ku bi dehan şêniyên herêmê beşdarî bûne de, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta tecrîdkirina wî hate şirovekirin.

Hesen anî ziman ku fikra Rêberê Gelan Abdullah Ocalan niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, lê hin dewlet ev yekê li ser xwe xetirî dibînin, lewra bi hemû derfetan hewl didin vê projeya demokratîk têk bibin.

Semîner bi nîşandana sinevizyonekê derbarê lêkolîneran û rewşenbîran çi li ser komploya navneteweyî gotine, bidawî bû.

Tê payîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek çalakiyan di çaroveya nêzikbûna salvgera 20`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, lidar bixe.

Nivîsa Pêş