Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Berdevka Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Avyan Buldan ku di encama krîza dil de wefat kir, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Berdevka Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Avyan Buldan ku duh li bajarê Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe jidest da merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Beriya ku merasîm destpêbike di kesayeta Avyan Buldan de ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê sicîla Şehîd Avyan Buldan hat xwendi.
Sicîla Şehîd wihaye:
-Nav û paşnav: Avyan Buldan.
-Cih û dîroka jidayîkbûnê: Geliyê Qiyametê/1995.
-Navê Dayîkê: Nesîbe.
-Navê Bav: Niyazî.
-Cih û dîroka xebatê: Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî/2010
-Cih û dîroka şihadetê: Li Hewlêr di encama rawestana dil de di 8’ê Sibata 2019’an de jiyana xwe ji dest da.
-Erkê wê: Di 2010’an de berdevka Dibistana Amadeyî, di 2013’an de berdevka Yekîtiya Xwebevanên Azad(YXA), di 2016’an de berdevka Parastina YXA, di 2017’an de jî Endama Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê(TJCM) û di herî dawî jî Koordînasyona Komîteya parastinê de cih digirt.
Piştî sicîla Şehîd hat xwendin Berdevka Tevgera Ciwanên Mexmûr Nûdem Yaman jî axivî û got: “ Di serî de serê Rêbertiya me saxbe, serê malbata hêja saxbe û serê tevayî gelê Kurd saxbe. Hevala me Avyan bi vî temenê xwe yê ciwan bi awayek aktîf di hemû xebatan de kar dikir. Xeyalên wê yên ji bo karkirinê pir bûn. Hevalek di kar û xebatên xwe de her tim bi hewildan bû, pir mereqlî û ji bo her kar û xebatê di nava tevgerê de bû.”
Yaman herî dawî jî got ku: “Emê xeyalên wê yên ku nîvço hêlayî, temam bikin. Ji bo wê jî tişta pêwîst çi dibe bila bibe wek ciwan wek rêhevalên wê, emê pêkbînîn.”
Bavê Şehîd Avyan Niyazî Buldan xêrhatina gelê wargehê kir û wiha got: “Beriya her tiştî ez xêrhatina we teva dikim, ji bo hatina we em gelek keyfxweşîn ku we xema me sivik kir.”