Şervanên QSD`ê li gundê Baxoz ê Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyona dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê kirin.
DÊRAZOR- Duh nûçegihanên me ragihandibûn ku amedekariyên operasyona bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê di quncikên dawî yên gundê Baxozê tên kirin.
Şervanên QSD`ê dest bi operasyona dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxoz ê ku dikeve başûr- rojhilatê bajarokê Hecînê yê Dêrazorê kirin.