Piştgiriyên ji bo çalakgeran her diçe zêde dibin. HDP piştî mîtîngên li Amed û Stenbolê vê carê jî dê meşekê li dar bixe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 94’an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakî hatin destpêkirin û çalakiya girtiyan jî di roja 55’an de ye. Li Hewlêrê çalakiya Nasir Yagiz di roja 81 de û li Galler û Strasboûrgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 55’an de ye.
Piştgiriyên ji bo çalakgeran her diçe zêde dibin. HDP piştî mîtîngên li Amed û Stenbolê vê carê jî dê meşekê li dar bixe. Meş wê ji 15 bajarên Kurdistanê yê ku di tê de Colemêrg, Wan, Qers, Îdîr, Bêdlîs, Agirî, Muş, Şirnex, Mêrdin, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlîg, Dîlok û Rihayê gel bimeşe Amedê. Di 15 Sibatê ku roja 100’mîn ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de wê li Amed’ê kom bibin û ji 7 milan ve bimeşin ber mala Leyla Guven a navçeya Rezan’ê.