NAVENDA NÛÇEYAN
Sema, Xwedawenda Agir û Aşitiyê ye
Sema Yuce, di sala 1971an de li navçeya Agirî Dûtaxê, li gundê Qerxelika Şêx Remezanê ji dayik bû. Dibistana seretayiyê li gundê xwe, dibistana navînê li Dûtaxê, dibistana amadeyî jî li Agiriyê bi serkeftî qedand. Zanîngehê jî li Enqereyê dixwîne. Yuce, di sala 1991an de, dema ku li Enqereyê ku dest bi xwendina zanîngehê dikir, PKK nas kir. Sema Yuce, di nava yek ji bîrewerên ciwanên welatparêz ya wê demê de bû. Û bi vê bîreweriyê jî ber bi çiyan ve, çiyayên azad ve dimeşe. Yuce, di sala 1991an de li Mêrdînê tevlî partiyê dibe. Sema Yuce, beriya ku bibe şoreşger, him di nava malbatê de, him jî di derdorên wê de rêzdariyek mezin didît. Sema, êdî bi tevî gerîlayan e. Mehek, du meh li Eyaleta Mêrdînê dimîne û piştre jî ji bo ku perwerde bibîne derbasî qadê dibe.
Bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevnas dikin. Li vir hemû behremendiyên xwe yên mirovî û civakî seferber dike, li ser pêdiviyên pêvajo û heyamê diponije, bi xwesteka fêhmkirin û têgihîştina her tiştê tevdigere. Hema hema weke ku di her mijarê de diponije, di mijara bîra zayendî de jî diponije. Jina Kurd kê ye? Jin çi ye, rola jin çi ye, jin di şoreşa Kurdistanê de roleke çawa dikare bileyze û hwd. yek bi yek disekine. Ji bo wê jiyîna birêgez, tevgerên bipîvan hewcehiya jiyanê ne. Di Gulan û Hezîrana 1992an de bi tevî komek hevalan derbasî Eyaleta Serhedê dibe. Li vir jî demek kin di nava çalakiyan de cihê xwe digre. Yuce, wek fermî cara ewil dibû ku peywir digirt. Di peywiran de serkeftî ye. Nêzîkatiya wê ya bi gel erênî û çêker e. Demek kin li vir dimîne û piştre jî bi bîryara rêxistinê re ji bo ku xebatên girseyî bimeşîne derbasî bajarê Agiriyê dibe. Du-sê meh dixebite lê tê gilîkirin û li navenda Agiriyê tê girtin. Piştî pirsiyarkirina dirêj derdixin ber dozgerê û piştre jî tê girtin û dişînin girtîgehê. Li dadgehê jî mafdariya PKK û têkoşîna rizgariya Netewa Kurdistanê diparêze û parastina siyasî dike. Ji ber vê jî Sema Yuce 22 sal cezayê hepsê dixwe û sewqî girtîgeha Nevşehîrê dikin. Piştre ji wir jî ji girtîgeha Çanakkaleyê re tê mişextkirinê. Sema Yuce, beriya ku çalakiya xwe pêk bîne, hisab ji xwe dipirsî.
Sema Yuce, 21ê Adarê, Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Çaran, Şehîdên Rojiya Mirinê ya mezin 14 Tirmehê, Alî Erekê, Cemal Arat û Orhan Keskînê difikire; li gel van Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanê jî difikire. Ji bo Sema Yuce, her yek ji wan perçeyeke Kurdistanê ne. Ligel her tiştê dinoqe kûrahiya dîrokê û Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, Brunoyê Keşayê û Prometheusê ku mirovê ya agir e difikire. Navê Zîlan, di mêjiyê re derbas dibe û tê ser ziman; “Axx! Ez bişewitim, ez perçeyên atomê bibim, ez bîra azadî û baweriyê bibim; ez tîrêjên li porên Zîlan bibim. Ez Serok APO yê ku hemû hilm danûstandina welatê min e, bibim û ez çavên ku Zîlan daniye ser milên min, bibim“ got û canê xwe da ber agir. Dîrok 21ê Adara 1998 e. Ji ber ku Sema gihîştîbû rewneqiya jiyana xwedayî, porên xwe bi agirê şeh dikir, bi perçeyên çirûskê kil dikişand çavên xwe û di nûhirîna xwe de digot “ Ez ê bibim Zîlan, Ez ê bibim Mazlûm“. Sema Yuce, bi vê çalakiya esil nagihîje şehadetê.
“Zîlan, Zîlan! Bigre ji destê min…“
Bi birîndarî tê rakirin nexweşxaneyê. Bixwe xemgîn e. Ji ber ku armanca Sema, di agirê Zîlanê de bûyîna çirûskeke bû. Bi agirê xweşûştin bû. Ji Rêberê xwe re ku Roja wê bû, bûyîna agirekî bû. Sê meha bi birîndarî li berxwe da. Bihêz û bibawer e. Di her hilm girtin û dayînê de ji dayika xwe re digot; “Ez dixwazim biçim ’Bexçeya Bihuştê‘ ku Zîlan afirandiye û mîrata Zînê ye“. Wesyeta wê ya din jî ew bû, digot; “Hele rojekî bimrim, min an li gund ba kalikê min an jî ba hevalên şehîd binax bikin“. Rêheval Sema, di 17ê Hezîrana 1998an de çavên xwe ji jiyanê re girt û wê demê jî bi qasî milyaketek bedew bû. Biderengî jî be xwesteka rêheval Sema hatibû cih. Ango ji rêhevala xwe yê Zîlan re gihîştîbû. Bi ser de di hilma xwe ya dawî de gotibû; “Zîlan, Zîlan! Bigre ji destê min…“; lewma wê rojê hemû Kurdistan jî gotibû “Ax! Sema“. Ji ber ku Sema, jiyanek nû bûyî. Bîrdoziya Rizgariya Jina, yek jî Sema bû ku baş fêhm kiriye. Û ji jinên ku têkoşîna azadiyê û têkoşîna azadiya jinan didin re Sema bû Manîfestoya Jiyana Azad.
Her dever, her kolan, her zindan ji bo şervanên agir qadên berxwedanê ne
Li pey xwe pevçûnek ku divê serbikeve, hişt Sema. Dibû rêhevala agir û porên xwe radixist hembêza evînê. Bi pîroziya roja Zîlanê jiyana xwe dipîrozand. Sema, tevlîbûna karwana xwedawendan wek peywirek didît. Perçeyek agirê herheyî dibe û ber bi bêdawîtiyê ve bi rê diket. Hezkirina ji jiyanê, bi agirê watedar dibe. Her dever, her kolan, her zindan ji bo şervanên agir, qadên berxwedanê ne.
Di çalakiya Sema Yuce de Fîkrî Baygeldî, xwe dibîne û ji bo ku zilamtiya qlasîk têk bibe, hişmendiya zilamî mehkûmê agirê dike. Fîkrî Baygeldî, 8ê Adarê bi agirek pîroz girêda 21ê Adarê. Fîkrî Baygeldî ku ji Prometheusê agir wergirtiye, ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re nameyek nivîsî. Name wisa ye;
“ Ji Serok APOyê ku em afirandî re…
Serokê min, ez gelek ji te hez dikim. Hezkirina xwe tenê têgeha evînê ku te çarçoveya ku xêz kiriye, dikarim bînim ziman. Ev evînek pîroz û mezin e. Di şexsê te de ji gel, mirovahî û şehîdan re evîndarbûyînê ye. Ji ber ku tu, teheva tevayî yî.
Zanyarek ku hemûyan dijî û didî jiyandin. Tu ne şexsekî yî; civakekê yî, çîneke yî
Serokê min, di sala 1974an de li navçeya Amed Lîcê, wek zarokekî malbatek baş hatim dinê. Çanda ku li derdorê û malbatê serdest e, çanda feodalîzmê ye. Ji ber ku feodalîzm, li herêmê bibandor bû, di kesayeta min de jî bandorek micid ava kir. Heya sala 1988an, li Lîcêyê mam. Ji ber ku di sala 1988an de xwîndariyek hate jiyîn, em mecbûr man û çûn Amedê. Min dibistana seretayî li Amedê qedand. Di sala 1990an de Ji ber ku têkoşîna me bigirseyî dibû û hin zarokên xizmên me jî şehîd ketibûn, ez ji kûr ve bandor kirim. Min di aliyê giyanî de hîn nêzîkî partiyê kir. Di dawiya sala 1990an de, di serhildanan de bi awayek çalak cih digirt. Di navîna 1991an de ez bi partiyê re ketim têkiliyê. Bavê min ev seh kir û ji ber ku xwişk û birayên min ên din jî bi partiyê re nekevin têkiliyê, mal bi zorî bir Sakaryayê. Bavê min ne alîgirî dijmin e, lê berwenda ye. Ji bo ku hewla bavê xwe vala derxim, ketim nava lêgerînê û herî dawî min têkilî danî. Di Adara 1992an de tevlî partiyê bûm. Di gerîlayê de ewilî navê Şahîn, piştre jî Kemal bi kar anî. Perwerdeyek micid min nedît. Pratîkeke şeş mehê ya min çebû. Saleke, hîn zêde bi karên pratîk mijûl bûm. Di dawiya sala 1992an de ji partiyê veqetiyam û çûm Başûrê Kurdistanê. Sedema veqetîna min jî xayînek bi navê Rêzan hatibû Qampa Şehîd Mahîr û ji min re nerîtên dervayî partiyê dipeyikand (dijûn, sîleavêtin û hwd.). Ku piştî revîna min şûnde ev xayîn eşlere dibe, heval digrin kiryarê. Dema ku wê were darizandinê direve. Ev xayîn, zilamê Şener derket.
Min tu caran ji giyanî ve ji partiyê qut nebûm. Û nikarim jî. Ji ber ku PKK, carek di dil û mêjiya min de cihê xwe girtiye. Lê sedem çi be bila bibe, di aliyê pratîk û objektîfê de min xizmetê dijmin kiriye. Ev lewaziyek micid e. Ji vê lewaziyê tenê bi xwe avêtina destên Partiya dilovan re dikarim xwe rizgar bikim. Ez çûbûm kîjan deverê, wek partîyî tevgeriyam. Li Başûrê Kurdistanê jî, xebatên propagandayê, xebatên danasîna partiyê dimeşand. Piştre jî bi ajokarek ku min birêxistin kirî re derbasî Bakurê Kurdistanê bûm. Meheke li Amedê mam. Lê bi partiyê re têkilî nedanî. Ji bo têkilîdanînê çûm Sakaryayê û bi navcîtiya têkiliyên kevn, ez dîsa bi partiyê re ketim têkiliyê.
Di Mijdara 1992an de min bi partiyê re têkilî danî û bûyerên ku min jiyandin, min yek bi yek ji rêxistina qadê re vegot û min ji nû ve peywir girt. Di Kanuna 1992an de di cihê ku ez ji bo bacgirtinê çûbûm de ketim kemîna dijmin û ez hatim girtin. Nêzîkî 4 mehan li girtîgeha Sakaryayê mam. Dijmin ji Sakaryayê ez anîm Stenbolê. Di sala 1994an de ji emdamtiya partiyê min ceza wergirt û dijmin ez sewqî Çanakkaleyê kirim. Nêzîkî 4 salan ez li girtîgeha Çanakkaleyê me. Serokê min, ez gelek ji te hez dikim. Hezkirina xwe bi tenê têgeha evînê ku te çarçoveya wê xêz kiriye, dikarim bînin ziman. Ev evînek pîroz û mezin e. Di şexsê te de, ji gel, mirovahî û şehîdan re evîndarbûyînê ye. Ji ber ku tu, teheva tevayî yî. Zanyarek ku hemûyan dijî û didî jiyandin î.
Tu ne şexsekî yî; civakekê yî, çîneke yî
“ Ji ber ku tu civakekê yî, çîneke yî emperyalîzm bi hovane êrîşê te dike. Tiştê ku emperyalîzm û hevkarên wê herî ditirsîne, desthilatdarbûna Kurd e. Sedema ku Kurd hatine vê astê, hewlêm te yên mezin in. Bibîryarî û bibawerî çûyîna te yê ser Kurdên xulam e. Hewlên te yên mezin, îro yek bi yek encam dide. Marjînalbûna ku ferz dikin PKKê, vala hatiye derxistin. Şêwaza te, xayînên wek Şemdîn vala derxist. Tu hêz nikarin PKKê rawestînin. Ji ber ku PKK, ji aliyê mirovahiyê ve tê pêjirandin. Tevgerek ku rizgariya mirovahî û xwezayê hedef digre û di pratîkê de jî vê îspat dike ye.
Serokê min, ez di kesayeta xwe de gelek hişmendiyên dervayî partiyê ne dihewînim. Hişmendiyên ku ez dihewînim jî gelanperî ji rasteqîniya Kurd a kevnar ne cuda ye. Ango gotinên we yê li ser kesayeta Amedê, herî zêde jî ji bo min derbasdar e. Ku dibe ku pêvajoyên cuda de te di dahûrandinên xwe de kesayeta Amedê anîbe ziman û bi berfirehî jî dahûrandinên kesayeta Amedê kiribe. Ji ber vê naxwazim dubare bikim. Di raporên ku min pêşkeşî konferansê kiriyê de min hemûya jî aniye ziman. Êdî ji dubarekirina pirsgirêkan zêdetir, divê ku em pratîkên van bînin cih. Şehîdan ji me naxwazin em bibin demogokek. Mirovê ku bi sozêm xwe ve digihîjin kesayetên dilpak tê xwestin. Ku heval Sema, di nameya xwe ya dawî de bal dikişand ser van pirsgirêkan.
Heval Sema, fermandara min e û yên Jinên Kurd ku bi çalakiya xwe ve dibin fermandar, ez leşkerê wan im. Leşker li gor fermanên fermandaran mecbûr e ku tevbigere. Û ez jî vê pêwîstiyê dizanim. Çalakiya ku ez ê pêk bînim, hemû tiştên ku ez têgihîştimê derbaskirina jiyanê wê bibe. Riya layîqê te û şehîdên leheng bibin, ji vir de derbas dibe. Bi çalakiya min ve çalakiya rêhevala Sema hîn rewnaqdar wê bibe û di mêjiyê dijmin de wek teqîna moşekek bîsvîngê, wê biteqînim“.
Rêhevalên Agir û Rojê
Rêhevaltiya Sema û Fîkrî, ji me re hêviya pîroz ya îro û pêşerojê hişt. Jinên Kurd û ciwanên Kurd, ji hişmendiya dewletê ya sedsalanî, zilm, zextî û bêbaweriyê re şer dane dest pê kirin. Pevçûnên wan ê ku mîtateke ye, ji mezinahiya Sema û evîna Fîkriyê re birin, peywira her zilam û jinên Kurd e. Bi salane Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji gelê xwe û ji pevçûna xwe tê tecrîdkirin. Ji ber wê jî çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ dibe bersiva herî xweş. Sozên ku rêhevalên îro û pêşerojê, ji rêhevalên agir û Rojê Semayan û Fîkriyan re hatine dayîn, di xêza cangorîbûnê de wê bibe gihandina serkeftinê.
Faraşîn Sîdar