Hackerên Kurd li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek malperên dewleta Tirk û alîgirên wî dest xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo silavkirina di serîda Hevseroka KCDê Leyla Guven û çalakiyên greva bîrçîbûnê hackarên Kurd 530 malperên dewleta Tirk û alîgirên wî hack kirin û dest xistin.
Daxuyaniya Hackerên Kurd wiha ye:
“Soza me ji şehîdan re û gelê me yê berxweder re heye ku li dijî tecrîda girankirî ya ku di tu hiqûqê de û mirovatî de cihê wî nîne ya li ser bi taybetî Rêberê Gelê Kurd, bi gelemperî Rêberê hemû gelên bindest û mazlûm, Rêber Apo wek di her qadê de li ser ortema sanal de jî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em wek gerillayên sanal ên Rêber Apo di ortama sanal de çalakiyên xwe re bênavber berdewam dikin û dê bikin jî. Bi vê re girêdayê; wek Coldhackers, Mezopotamia Hackers, RojavaHack û PKK-HackTeam, heya ku tecrîd dawî bibe û serarastkirina şertên azadî, ewlehî û tendûrîstiya Rêber Apo pêk were em ê êrîşên herî giran pêk bînin.Em hemû çalakvanên grevên birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guvena ku li gor qanunên TCê bi reyên gelê me yê cefakar û kedkar a Colemêrgê ve hat hilbijartin, hat destpêkirin û ji Strasbourg, Hewlêr, Galler, Rusya, Kurdistan, heya zindanên TCê û li gelek cihên Ewrûpa hat berdewam kirin silav dikin. Em diyar dikin ku bi sedan malperên ku me hack kiriye li ser navê silavkirina di destpêkê de Rêber Apo hemû çalakvanên greva birçîbûnê hatiye kirin û gelek agahiyên veşartî û girîng bi dest xistine. Dîsa em diyar dikin ku li dijî êrîşên malper û rûpelên me, me bi şêwaza lêdana bi hêz ya malperên neyar bersiv hatiye dayîn.”