Hate ragihandin ku rewşa tendûristiya Leyla Guven a ku 95 roje li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye xirab dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye 95 roj li pey xwe hişt.
Rewşa Tendûristiya Leyla Guven Xirab Dibe
Pirsgirekên tendûristiyê ya Leyla zêde dibe, qrampên medeyê dijî, hesasiyeta li dijî ronî û behnê zêde bûye, êdî nikare bêpiştgirî bimeşe. Ji aliyê din helanâ qasan lez bûye, nikare rûne û her tim pêwîste dirêjkirî bibe.