Rewşa tendirustî ya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz xerabe û ketiye di astekî krîtîk de. Lê tevî vê yekê jî Nasir Yagiz bi moralek bilind û biryardariyek xurt çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz ev 82 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Rewşa Nasir Yagiz a tendirustî gelek xirabû ye, liv û tevgera xwînê di laşê wî de lewaz dibe, çavên wî zeîf bûne, serê wî di êşe. Laşê Yagiz roj bi roj zeîf dibe û kîlo wenda dike. Tevî van hemû êş û nexweşiyan Yagiz bi biryardariyek xurt diyar dike ku ewê çalakiya xwe heya bi dawî anîna tecrîdê berdewam bike.
”