Suleyman Soylû yê berî jî, bi telefonê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan geriya û tehdîd kir, vê carê jî di derbarê bernameya HDP’ê ya Stenbolê pêk bîne de, gefên xwe dubare kirin. Soylû got, “Yê ku we bide meşandin ne zilam be.”
ENQERE – Wezîrê Karê Hûndir ê desthilatdariya AKP-MHP û dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylû, di civîneke têkildarî hilbijartina herêmî ya Enqerê de axivî û derbarê meşa HDP’ê ya roja Duşemê ya di 11’ê Sibatê de li Qada Taksîmê bê lidarxistin de, ev gef xwarin: “Bêguman HDP di nava tifaqa zîlet û îletê de cih digire. Ji ber vê yekê têkildarî PKK’ê ye. Qaşo niha ‘Apo’ di hûndir de ye, dê parlementerên wê dest bi meşê bikin. Yê ku we bide meşandin ne zilam be.”