Xwendevanên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve li Hewlêrê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Meclîsa Îştar ku di 30’yê Çileyê de li ber nûnertiya Neteweyên Yekbuyî ya Hewlêrê, li dijî tecrîdê û bi armanca destekdayîna Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn, lê asayîşê êrîşê çalakvanan kirin û hemû çalakvanan bi darê zorê ji Hewlêrê derxistibûn.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin 5 xwendevanên wargeha Mexmûrê ku bi armanca destek dayînê çûbûn cihê çalakiyê, hatibûn binçavkirin îro serbest hatin berdan.