Di 96’an de Serokatî wiha ji min re got: “Dijmin me parçekiriye divê em yekîtiya xwe çêkin, dem dema şoreşê ye ger hun nekin wê kî bike, ger hun axa xwe ne parêzin tu kes axa we naparêze.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Ahmed Keleş bîranînin xwe di salên 91’ê de yê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Ajansa me Nuce Ciwan re parvekir.
Ahmed Keleş di derbarê bîranîn xwe yê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re wiha anî ziman û got: “15’ê Tebaxa 91’ê de em çûn Akademiya Mahsûm Korkmaz ji bo ku em Serokatî bibînin, beriya wê Akademîke gelê Filîstîn li wir bûn demê ku em gihiştin Akademiyê me silogan avêtin ji bo gelê Filestînê ew jî pir kêfxweşbûn. Piştî wê em derbasî Qampê bûn li wir rûniştin ji nişkave hevalan bangkirin û gotin şiyarbin va Serokatî tê, Serokatî û Seyidayê Abdull Rihman hatin seat 11’an dest bi Civînê kirin heta 2’yan bi dawî bû derfet nînbû ku em Serokatî zêde pêre nîqaş bikin, piştî wê em vegeriyan. Di 94’an de lawikê min ê bi navê Xalid Tevlî nava Refên azadiyê bû wê demê min çiqasî pirskir me tu agahî jê negirt herî dawî hevalê Welî agahî ji min re anî û got va rapor ji Serokatî hatiye dibêjê ku va Xalid tevlî me bûye û li qampê ye.
“Dêrik Kelah berxwedanê ye mifta deriyê Cûdî û Botanê ye”
Di 96’ê miha 5’an de Serokatî gazî me kir, me xwe amade kir û em çûn Herêma Xota a Şamê em li wir man piştî wê Serokatî hat em ketin heyecanê me got Serokatî hat em ê çawa silav bidin Serokatî, Serokatî hat silav da me hemûyan û rûnişt pişt re pirskir hun ji kuderê hatine min jî got Serokê min ez ji Dêrikê me Serokatî bersiv da û got Dêrik Kelah berxwedanê ye mifta deriyê Cûdî û Botanê ye. Serokatî di axaftina xwe bal kişand li ser dijmin û got: Dijminê me na razê dijminê me dibêjê av razê divê ez nerazim divê hun jî wisa karbikin ev Şoreş şoreşa weye, welatê dinyayê hemû hatine avakirin bi keda xwîna Şehîdan, Welatên Cîhanê bi Şehîdên xwe tê naskirin, çiqasî dijminê me xurt be divê em jê xurtir bin, dijminê me çiqas tang û topî wî hebin hêza me ji tang û topî wî xurtire.”
Keleş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Serokatî ji me re nîqaşên welatparêziyê kir û wiha anî ziman “ Pêwîste em hemû Laşek bin, Canek bin çawa ku di İslamê de dibêjê divê Misliman hemû canek bin em jî wek gelê Kurd pêwîste em hemû jî canek bin, em yek tenê bin nabê em bibin parçe, ji ber ku dijmin me parçekiriye divê em yekîtiya xwe çêkin her maleke ku hun vedikin weke cebheyekê bişkînin, dem dema şoreşê ye ger hun nekin wê kî bike ma ez ê biçim ciwanekî ji Angola bînim ji Vêtnam bînim ji bo şoreşa me bike Şoreş ya weye, ger hun axa xwe ne parêzin tu kes axa we na parêze, Şoreşeke divê em axa xwe bi parêzin, Kurd bin destin, axa me bindeste em çiqasî bi hêz bin ewqasî wê dinya jî bi me re bê, hêza me heye, îrada me heye, gelê me heye, axa me heye pêwîste em xwedî li Şoreşa xwe derkevin.”
Keleş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “ Hêviya me ew e ku di demeke nêzîk de em Serokatî fîzîkî azad bikin û weke berê em li gel Serokatî runin bi kêfxweşî wî bibînin, rast e Serokatî fîzîkî ne bi me re ye em a fikrê Serokatî her tim bi me re ye. Bi fikr û felsefa Serokatî em tekoşîna xwe berdewamdikin.”