Li bajarê Fransa’ya Başûr Marsilya Kurdistaniyan derketin qadan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê dengê xwe berz kirin.
MARSİLYA – Li bajarê Fransa’ya Başûr Marsilya Kurdistaniyan derketin qadan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê dengê xwe berz kirin. Bi hezaran kesên ku li qada Canebeire’yê kom bûn bi wêneyên Leyla Guven û dovîzên daxwazên çalakvanan ve meşiyan.
Çalakiyên ku tilîlî û dirûşman xurt bû di kolana herî tê bikaranîn de derbasî çalakiya rûnîştinê bû. Çalakvanan piştre bi dirûşmê Leyla Guven ne tenê ye û Bijî Serok Apo ve dîsa derbasî meşê bûn. Piştê meşa seatekî girse derbasî qada mîtingê lîmana Vieux-Port’ê bûn. Girseya ku bi merşa Çerxa Şoreşê deqeeyek rêz girt bi dengeke bilind dirûşmên Şehîd Namirin berz kirin.
Çalakî piştê axaftinan dawî bû.