DÊRAZOR – Li gor agahiyên herême Pêngava Bagera Cizîrê dişopînin, ragihandin ku di van kêliyan de li gundê Baxoza Jorîn şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin.
Hate diyar kirin ku şervanên QSD‘ê gelek deverên nû û hejmarek sivîlên ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar tînin rizgar kirin.