Li gundên girêdayî Adaklî ya Çewlikê leşkerên dagirker çalakiyê kemîndanînê û venihêrtinê dimeşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gundên girêdayî Adaklî ya Çewlikê leşkerên dagirker çalakiyê kemîndanînê û venihêrtinê dimeşînin.
Li gorî agahiyê ku me ji herêmê girtin; Leşkerê fermandariya cendermeyê navçeyê hin gundên girêdayî Adakliyê çalakiyê pusu û qontrolê dimeşînin.
Leşkerên dagirker li derdorê gund di cihê guncav de wek tîm disekinin û beriya sibehê vedikişin qerekolan.
Hinek gundiyên di serê sibê saetên zû diçin tewleyê gotin bi leşkeran ve li rastî geç hatine. Hinek gundiyan jî gotin şopa botê wan li ser berfê û heriyê em bi hêsanî fêm dikin ku şev leşker hatine gundê me.
Leşkerên dagirker di demê dawî de li gundên Çewlikê çalakiyê xwe yê lêkolîn û venihêrtinê zêde Kirin e.