“Ji her gel, her kes xwe li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bikira xelekekî ji agir”
NAVENDA NÛÇEYAN
Gelê Kurd, ji ber Qomploya Navneteweyî ku di sala 1998an de dest pê kir û di sala 1999an de jî bi dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan biencam bû, gelek êş kişandin. Li hemberî fermana mirinê ku di derheqê Kurdan de hate dayîn, Gelê Kurd jî bi şiyara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ ketin nava berxwedanek fedaî.
Ew rêzeçalakiyên ku bi pêş diket jî hewla dewlatên qomploger jî vala derdixist. Dewlet, her roj didît ku Abdullah Ocalan hêvî û rojê gelan e û gel jî bi hev re bang dikir: Hûn nikarin Roja me tarî bikin. Agir li berxwe dide, her ku agir geş dibû jî hêvî şîn dibûn. Cangorî li qadan bûn. Mirovan kom bi kom diherikiyan kolanan û cangoriyê jî xwe nîşan dida.
Berxwedana cangoriyê ku heya wê rojê domiya bi giyanek nû a cangoriyê ve zindî bibû. Êş çi be bila bibe, heya ku hebûna gelê Kurd teqez were parastinê û azadiyê jî bi dest bixe cangoriyan wê bibin gogek ji agir û dewletan wê bişewitînin.
Leşkera şoreşê ku tarîtîya 15ê Sibatê bi agirê ku hêviyên wê vêxistî ve vala derxist: Serpîl Polat
Li hemberî Qomploya Navneteweyî ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de pêk hat, tenê bi sedhezaran Kurd ranekir ser piyan. Mirovên ji her gelê, li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan biba xelekek ji agir. Gel dizanibûn ku aşitî û azadiyê ji kî ve derbas dibe.
Li Tirkiyeyê jî endama Yekîneya Propagandaya Biçek a Marksîst û Lenînîst Serpîl Polat, li girtîgeha Sakaryayê ku wek girtî dima, li hemberî Qomploya Navneteweyî ku dewletên Amerîka, Îsraîl û Tirkiye serkêşên wê bûn û di encama vê qomployê de jî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate dîlgirtin, agirekî şoreşê pêxist û nirxek da şoreşê. Bi baweriya xwe û hêviya xwe ve ji nû ve hêvî xist dilê evîndarên şoreşê.
Endama Yekîneya Propagandaya Biçek a Marksîst û Lenînîst Serpîl Polat, ji qomplogeran û tarîtiya 15ê Sibatê re bersivek şoreşgerî da û di 17ê Sibata 1999an de canê xwe da ber agir û laşê xwe bi agir re kire yek. Ji nû ve şitlên me yên şoreşê da ajdan.
Nameya ku Serpîl ji rêhevalên xwe re hiştiye wisa ye;
Rêhevalno,
Ez dema amade dibim da ku; bi germahîya pêvajoyê, bi hêza rewşa me ya heyî ya ku bê kêmasî tewaw bû, bi coşûperoşa meşa me ya serkeftinê di nav agirî da slav bikim, hewl didim ku bibim deng. Ez, di şerê me yê pêşeng da ji bo me hemîyan kêlîyên têr û tije hêvî dikim.
Dengê min bi têra xwe xurt nîne. Ji lewma, ez tu carî napêm ku, di nav yekîneyên gerîlayên me yên ku bi çekên me li ser çîyayan bûn da, cihê xwe bigirim. Ez li bendê nîn im da ku, di qadan da bi dijmin ra serî bi serî pev biçim, di nav çalakîyên ku dê xwedîyê pergala zilm û mêtinkarîyê, bavên pereyan di kunên wan da bilerizînim; bi çînan ra di fabrîqeyan da, di qadan da bangewazîya stranên şerî bikim, govendê bigirim; bi Rêber Mahîr ra Stratejîya Şerê Leşkerî yê Polîtîk yê ku rêhevaltîyê mezintir bikin û bi hevûdu ra di nav xebatên ku em li ser jîyanê bipeyîtinin bikin û tiştên dîtir.
Ev rewşek e ku di nav xwe da nakok e…
Lêbelê, dema ku em li bersivdayînên êrîşên arasteyî rêberên şoreşger dinihêrin, di dîroka me da tişta ku li Kizildereyê hatîye afirandin; ji êrîşên arasteyî şoreşgerên weku Denîz, Yusuf û Huseyîn vedîtina destaneka şoreşger ya rûmetdar, dibine nimûne.
Ez hemanîkirinê nakim, mafê min tuneye ji vê ra… Lê di şertûmercên ku ez tê da me da dijmin şewitandin, li hemberî êrîşê şerî di xwe da mezinkirin, ev rêyek e dilalav e…
Ez li bendê me ku hûn min fêm bikin û hembêza xwe ji min ra vekin. Qefaltina me ya li ser serkeftinê, dema di rêyên şoreşê yên asê û girîft da raborîn, ez jî dixwazim alaya rizgarîya şoreşgerîyê hilgirim.
Ji zeraqîyên berbangên naydarizandin parîyek sorayî bidin min, ji lûtkeyên çîyayan berba bikin, ji kanîyên zozanan gulpek av, ji kolanan xendeyên zarokan, dilê Dayîkên Şemîyê yên mişt bi hezkirin, gewrehîya rêhevaltîyê, ji germahîya hogirane ya çînan ya li çadirên grevan, weqasî ku ez layîq bim bidin min…
Ez dixwazim bibim neferek ji şerê pêşeng yê ku hevsengîya xwedestî parçe dike.
Gewrehîya nasnameyê min ê rêxistinî her tim ji bo meşa min a li ser xeta Partî-Enîyê, dibe bersiv. Ez weku endamê Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst Lenînîst, bawer dikim ku ez wê endamtîyê heq nakim.
Ez êrîşên emperyalîzmê, olîgarşîyê yên di şexsê rêber Abdullah Ocalan da bi gelemperî li ser gelan û di eslî da jî li ser gelê kurd lome dikim, dîyar dikim ku rêberê şoreşger Abdullah Ocalan dê neyê darizandin, û amadehîyê dikim da ku wê mezinahîya xezeba xwe bi alava laşê xwe li ser dijmin bidim der.
Rêhevalno, min ziman û zemanê xwe ravekirinê zeft nekir. Lê ez bawer im ku dê bê têgihiştin.”
Ez we û hemî hogiran bi rûmeta xwe ya şoreşger, dubare slav dikim.
– Rêberên şoreşger nayên darizandin!
– Serokê Giştî yê PKKê bila serbest bê berdan!
– Bimire Olîgarşî, Bijî Rizgarîya Şoreşgerî!
– Bimire Emperyalîzm!
– Bimire Faşîzm, Bijî Têkoşîna Me!
– Her Bijî Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst Lenînîst
Slavên şoreşgerî
17/02/1999