Ji 16 netewên cuda nêzê 100 enternasyonal sibê ji Luxembourg’ê dest bi meşê dikin. Meşa ku bi şiyara “Ji Ocalan re Azadî” were pêkanîn Meşa dirêj ya 5 roj bajo û di 16’ê Sibatê de li Strasbourgê dawî bibe.
SAARBRÛCKEN – Ji 16 netewên cuda nêzê 100 enternasyonal sibê ji Luxembourg’ê dest bi meşê dikin. Meşa ku bi şiyara “Ji Ocalan re Azadî” were pêkanîn Meşa dirêj ya 5 roj bajo û di 16’ê Sibatê de li Strasbourgê dawî bibe.
Îro nêzê 80 aktîvîstên Enternasyonal li bajarê Elmanya Saarbrûcken hatin gel hev. Komekî din jî wê sibê rasterast derbasî Luxembourgê bibe. Îro civînek li dar xistin. Ji bo amadekariyê beşa kar hate kirin û nîqaş hate kirin.
Kurdistaniyên ku li Saarbrûcken dijîn ji bo mêvanên xwe çend roje bi kelacenek mezin di nav amadekariyê de ne. Kurdistaniyan ku di navenda komalayê mêvanên xwe pêşwazî kirin îşev mêvanên xwe li mala xwe mêvan kirin.
Sibê koma Enternasyonal di seat 10:30 de bi daxuyaniyek çapemeniyê dest bi meşê bikin. Daxuyaniyên ku pirzimanî were kirin şunde wê di seatên êvarê de semînerek were li dar xistin.
Enternasyonalîstên ku çalakiyên xwe bi semîner û meşê bidomînin wê di 16’ê Sibatê de tevlî beşdarê çalakiya protestoyê ya Strasbourgê bibin.