Ciwanên Şoreşger ên Bocholt’ê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Her wiha ji kongreya ciwanan re çalakvanê greva birçîbûnê Mustafa Tuzak jî tevlî kongreya ciwanan bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Şoreşger ên Bocholt’ê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Di kongreyê de Ciwanên Kurdistanê yên Bocholt’ê cihê xwe girtin. Di kongreyê de pêvajoya siyasal û xebata salekî hate nirxandin. Ji bo sala pêşiyame Komûna Ciwanan hate diyar kirin.
Her wiha ji kongreya ciwanan re çalakvanê greva birçîbûnê Mustafa Tuzak jî tevlî bû û Tuzak di axaftinê xwe de got: “Ez li dijî tecrîda giran a destbi greva birçîbûnê kir. Heya ev tecrîd ranabe ez ê çalakiya xwe bidomînin. Di encamê de çi berdel dibe bila bibe, em canê xwe jî bidin heya tecrîd ranebe em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Kongreya Ciwanan pişt axaftinê bi hilbijartina komîsyonên, rêxistinî, çand û zimanî, jinên ciwan, werziş û diplomasiyê ve berdewam kir.
Herî dawî jî bi stranên Koma Agirê Rojê, Hozan Selda û Bocholt Koma Hêviya Rojê û bi govendan kongreya xwe dawî kirin.