NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragijandin ku Yusuf îba ya ku li dijî tecrîda giran a li serRêberê Gelan Abdullah Ocalan li Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa tendûristiya Yusuf Îba îro serê sibê giran bû. Di îba de nexweşiyên tengasiya hilmê, êşa singê û xirabbûna rîtma dilê destpêkiriye. Bi van sedeman serê sibê Yusuf Îba rakirin nexweşxaneyê.