Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da.
NAVENADA NÛÇEYAN- Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didomînin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got;
“Şervanên me li Efrînê û derdora wê çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di vê çarçoveyê de;
10’ê Sibatê li dijî komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Kefer Kilbin ya bajaroka Ezazê ku dikeve bakurê Helebê de derketibûn dewriyeyê, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîtan çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûn.”