NAVENDA NÛÇEYAN
Evrîm Demîr a ku li navçeya Kopê ya bajarê Mûşê çavê xwe li cîhanê vekiribû di 18 salîya xwe da dibe rêhevalê Sema, Vîyan, Kemal Pîr û Çaran… Daxwaza rêhevaltîya ligel Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Evrîm agirê şoreşê bi serhildana xwe cardin vêdixe. Evrîm, di nameya ku li pey xwe hişt da ji bo bîranîna çar PKKyî yên ku di 1982an da li hember faşîzma Esat Oktay î ku lê hebû gîyanên xwe agirdar kirin, dibe deng.
Evrîm ciwaneka pir zîrek û serkeftî ye. Evrîm dixwaze bibe parêzer, lê lêkdanên ku li dora wê diqewimin, rastîya Kurdistanê, nemerdîya dijmin dê ji Evrîm ra giran bê û dê hemî xeyalên xwe li pey xwe bihêle û bibe rêhevalê şervanên azadîyê.
Kekê Evrîm gerîlla ye. Laşê mamê wê jî piştî salan li goristanên komelî yên ku dewleta faşîst li navçeya Mutkî ya Bedlîsê çêkiribûn, tê vedîtin. Tiştên ku li mala Evrîmê û li derdorê wê tê jîyîn Evrîmê sewqî berxwedanê dike.
Evrîm di 14 Tîrmehê da li hewşa mala xwe, laşê xwe dişewitîne. Malbata Evrîm behs dike ku Evrîm keseka mişt bi şadî bû lê di demên dawî da pengivîbû û her tim li tiştinan diramîya. Evrîmê ji bavê xwe ra gotîye ku “Bavo, bila êdî mirov nemirin, bi hev ra bijîn”. Evrîma dilmezin a laşbiçûk, dema ku laşê xwe tev li agirê şoreşê dike qet nakeve şikê.
“Ya ku dê sînorên me xêz bike çanda me ye, dîrok û zimanê me ye”
Evrîm di nameya ku ji malbata xwe ra hiştîye da gotîye ku ew dixwaze li tenişt Mustafa Malçokî yê ku di 15 Sibatê da xwe ji bo Rêberê Gelan Abdullah Öcalan şewitandibû bê naştin. Dûmahîka nameyê jî bi vî awayî ye: “Ez dixwazim bi vê çalakîyê bibim dengê aşitîyê. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîn bi xwe ra xwînê tîne. Gelê kurd girîngî nade sînoran, girîngî nade dewletê. Çunkî dewletek, civakek heye. Tişta ku civakekê diafirîne ziman, çand, û dîroka wê ye. “Ya ku dê sînorên me xêz bike çanda me ye, dîrok û zimanê me ye”. Em bira ne lê heger ku bê gotin “Mafên we tune ne, pirsa kurdan tuneye” ew çax em jî dê bi hemî hêza xwe van mafan biparêzin û bixwazin. Digel hemî dijwarîyan 36 heb parlamenên me hatin hilbijartin lê parlamentîya parlamenekî me hat êxistin. Dengê min di bin navê hiqûqê da tê kerrkirin. Em dê bêhiqûqîyeka wiha nepejirînin. Hatîp Dîcle û parlamenên me yên din ên girtî rûmeta me ne.
“Gelê kurd ji Şêx Seîdan û ji Seyîd Rizayan tê.”
Evrîma dengê aşitîyê, xwedawenda hêvîyê, nameya xwe wiha diqedîne: “Em bi kurdî xeberdan û lîstinê na, em statûyê dixwazin. Em mafê xwe bi xwe rêvebirinê dixwazin. Em dixwazin ku hebûna me û yekbûna me ya bi tevgera PKKê ra bê pejirandin. Bila ev wiha bê zanîn. Êdî dê bi gotina “Em dê tevgera PKKê îmha bikin û jinavêhilînin” suxretîya şerekî 30 salên din bikin. Ez û yên piştî min dê vê nepejirînin. Heger 70ê salê din be jî em dê dîsa rabin. Ango ev rewş ji her hêlî ve ne gengaz e û bêfeyde ye. Ez terorîsteka cudaker jî nîn im, ez kurdek im. Di bin navê cudakerîyê da gelê tirk tê tirsandin û împeretorîyeka tirsê tê avakirin. AKP, MHP vê tiştê bi awayekî eşkere bi kar tînin. Divê gelên li Tirkîyeyê me fêm bikin… Gelê kurd ji Bedirxanîyan, Şêx Seîdan, Seyîd Rizayan tê. Gelê kurd vê tiştê nifş bi nifş ji zaroyên xwe ra vediguhêzîne. Min dixwest ku ez bêhtir tiştinan binivîsînim. Lê belê êdî dem, dema bi rastîyê ra biyekbûn û afiranfinê ye. Ez hemî gelê kurd, gelên Tirkîyeyê, Rêber Apo, hemî dêbavên ku di şeran da zarokên xwe ji dest dane, hemî gerîlayên me yên hêja û nemaze gelê Amed û Colemergê bi hembêzeke mişt slav, slav dikim. Evrîm di berxwedana dîrokî ya kurdan da dibe navekî teze, dengekî nû, henaseyeka paqij. Têkoşîna Evrîmê bi peyrewên wê her roja bihurî bi zêdekirin berdewam dike û dê dewam bike. Evrîma ku li Gêla navçeya Amedê li tenişt Mustafa Malçokî hat naştin, dê weku hilgira dilciwan a jîyan û hêvîyê bi gîyanê Elî Çîçekan her û her bijî.
Faraşîn Sîdar