Em wek jinên Ciwan ên Enternasyonal Komploya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezardikin û banga tevahî jinên Ciwan dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dakein qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Em wek Jinên Ciwan ên Enternasyonal ji welatên cuda hatine gel hev, ji bona tevlî vî tekoşine demokrasiye radiqal, ekolojîk û azadiya jinê bibin. Her yek ji hêla felsefeya Abdullah Ocalan, ku rêbere tekoşina azadiye Kurdistan û pêşenge Rojhilata Navîn a demokratik e bandor bûye.
Viyan Qreçox di derbarê Komplo de wiha got: “Fikirên û ramanên Ocalan, hember zihniyeta bawiksalarî ya kapitalist bûn vebijêrkek. Li ser wan bingehan şoreşa jinan ku li Rojava de pêk tê, hate ava kirin. Projeya wî ya netewe demokratik pêşniyaren radîqal pêşkêşî me dike da ku çawa em li seranserê cîhanê li dijî koledarî, zîlm û zordarî têbikoşin û tunne bikin.
Bi armanca bîn pê kirine van fikrên berî 20 salan bi hevkariye navdewletî Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke hat rewandin û radesti dewleta Tirkiyê a faşist hat kirin. Dewleta Elmanya jî di navê vê komploya navdewletî de aktoreke sereke bû.
Roj di derbarê Komplo de wiha got: Destê gelek dewletên din wekî DYA, Rûsya, Îsraêl, Yewnanîstan û hwd. Di nav komploya navdewletî tê da hebûn. Armanc tasfiye kirina tevgera azadiya Gelê Kurd bû, lê biserneket, berovajî mezintir bû. Çawa ku dewlet bi hev re dixebitin ji bo pêşxistina kapîtalîzmê, hegemoniya bawîksalarî, pêwîste em ê jî wekî gelan hevkariyê di navbera xwe de xurt bikin û ji bo alternatîfeke ya ji bo mîrovahiyê şerek û têkoşînek bidin meşandin.
Arîn qereçox di derbarê komployê de wiha nerînê xwe anî ziman: “Bi têkoşina azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê em ê azadiya xwe û azadiya civaka xwe ji mîsoger bikin. Ji bo vê jî di 15’ê Sibatê da dakevin kolanan, ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna xwe bilind bikin û demokrasiya radîqal saz bikin.
Divê em li seranserê cîhanê ne tenê yek, du yan sê, divê em bi sêdan şoreşa wekî Rojavayê ava bikin.