Ji ber çalakiyê pirsgirêkên cidî yên sihetê li Leyla Guven dane der. Êdî ew nema dikare av û tiştên avî jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê lê peyde bûne û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Wekî din hat ragihandin ku helîna masulkeyên bedena Leyla Guvenê jî bi leztir bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Leyla Guven a ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin, di roja 97’an de çalakiya xwe dewam dike. Wê got, siheta laşê wê xirabtir dibe û masûlkeyên laşê wê dihelin.
Leyla Guven ji 25’ê Çile ve çalakiya xwe ya li hepsê destpê kirî, li malê dewam dike.
Ji ber çalakiyê pirsgirêkên cidî yên sihetê li Leyla Guven dane der. Êdî ew nema dikare av û tiştên avî jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê lê peyde bûne û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûye. Wekî din hat ragihandin ku helîna masulkeyên bedena Leyla Guvenê jî bi leztir bûye.
HDP´ê jî çalakiyên xwe yên ji bo mezinkirina çalakiyên Guven û çalakgerên hepsan ên grevê birçîbûnê re dewam dike. Di çarçoveya çalakiyên HDP’ê de wê di roja 100’emîn a çalakiya Leyla Guven de ku rastî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê tê, li 15 bajaran meş bên lidarxistin. Li Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê ji 7 hêlan ve meş wê bê kirin. Ev meş wê bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baxlera Amedê saet 12’an bi dawî bibe.
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku bi heman armancê hat destpêkirin a li hepsan di roja 59’an de ye, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 84’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê di roja 58’an de, ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan di roja 58’an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 29’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 26’an de dewam dike.
Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku ji 300 girtiyên azadî zêdetir li girtîgehan di gerevê de ye.