NAVENDA NÛÇEYAN
Qomploya Navnetewiyê ku di 15ê Sibatê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî û têkoşîna ku li hemberî qomployê hatine dayîn, 29 salên xwe têjî kir û têkeve sala 21. Rêberê Gelê Kurd û Gelê Kurd, ev 20 salan li hemberî qomployê û pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê li berxwe didin. Ev berxwedan, qet nesekiniye, nebêtiliye û her çiqas bi hezaran şehîd hatibin dayîn paşve neçûye. Ji ber ku ji 15ê Sibatê re dibêjin “Roja Reş” û wek “Roja Qetilkirina Kurdan“ dibînin.
Ji ber vî yekî jî, di serî de ev berxwedana lehengî ya 20 salî, di şexsê berxwedana Îmraliyê de divê em pîroz bikin û silav bikin. Dîsa şehîdên leheng ên ku di vê berxwedana pîroz de şehîd ketine divê em bi rêzdarî bi bîr bînin. Wan şehîdan ku gotibûn “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ û jiyanên xwe danîn holê. Ji herkesî re waneya mirovahiyê û azadiyê dan. Afirînera jiyana nû bûn.
Gelê Kurd, salvegera 20. a Qomploya 15ê Sibatê bi pêngava “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin“ ve pêşwazî dikin. Di sala 21. de hedef digrin ku van armancan pêk bînin. Ev pêngav, di heman demê de li hemberî qomployê berxwedaneke jî dibe. Ji ber ku tecrîd û faşîzm girêdayî Qomploya 15ê Sibatê ne. Ev hemûyan jî çavkaniya xwe ji “Pirsgirêka Kurd“, ji hişmendiya ku hebûna gelê Kurd înkar dike û dixwaze tune bike, digre. Ji ber vê yekê jî mifteya çareseriya “Pirsgirêka Kurd“ û azadiya Kurdistanê dibe.
Qetilkirina gelê Kurd û dîktatoriya faşîst a li Tirkiyeyê, xwe di pergala tecrîdê ya Îmraliyê û Qomploya 15ê Sibatê de dide der. Ji ber vê jî divê tecrîd weke bi tenê di Îmraliyê û zindanan de tên pêkanîn neyê dîtin; berevajî vê divê wek pergala rêveberiyek ku li her derê bandora xwe nîşan dide, were dîtin. Ev jî têkoşîna ku li hemberî tecrîdê tên dayîn, navenda têkoşîna demokrasî û dij-faşîst dike. Ji ber vê jî şikandina tecrîdê, tê wateya hilweşandina faşîzmê, têkbirina qomployê, azadkirina Kurdistan û demokratîkirina Tirkiyeyê dibe.
Nexwe ku gelê Kurd û dostên wê bi pêngava “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin“ ve têkbirina Qomploya 15ê Sibatê û hişmendiya qetlîamker hedef digrin. Berxwedana lehengî ya 20 salï wisa gihîştiye bîreke tevahî. Ji bo gelê Kurd, ji xeynî berxwedanê çareseriyeke din jî nîn e. Rewş misoger wisa ye; an berdêl çi be bila bibe wê were dayîn û azadî serbikeve, an jî di bin êrîşên qetlîamker de wê tune bibin! Ji bo hebûn û jiyîna azad berxwedaneke ku tecrîdê bişkîne û qomployê têk bibe, wê hebe.
Em ê li vir qala Qomploya 15ê Sibatê çawa pêk hat an jî pergala tecrîdê ya Îmraliyê çawa derketiye holê, nakin. Em baş dizanin ku qomplo ji aliyê Amerîkayê ve hatiye plansazîkirin û ketiye kiryarê û dewletên wek Îsraîl, Îngîlîstan û Rûsya jî hevparên vê plansaziyê bûne. Li vir ji bo bûna hevparên qomplogeran ne hewceye ku alîgirên qomplogeran bibin. Li hemberî qomployê bi serkeftî nesekinîn jî tê wateya hevparbûnê. Wê demê jiholêrakirina qomployê ku wek deqa qirêj a mirovahiyê ye, peywira herkesî ye. Ji bo vê jî divê em li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê derkevin û ji bo hilweşandina vê pergalê jî têbikoşin.
Bêguman e ku qomplogeran di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tunekirina hebûn û azadiya Kurd hedef digirtin. Lêbelê tunekirina hebûn û azadiya Kurd jî tê wateya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tunekirina demokrasiyê û cîhanê jî di bin tarîtiyan de fetisandinê. Ji ber vê yekê jî Qomploya 15ê Sibatê, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ji aşitî, demokrasî, biratî û azadiyê re dibe êrîşeke. Ango hemù mirovahiyê û gelan pêwendîdar dike. Wê demê bi şikandina tecrîdê têkbirina qomployê dibe pirsgirêka herkesî; serketina aşitî, demokrasî û biratiyê îfade dike.
Ji bo Kurdan xuyaye ku bi vê hişmendiya qomploger û qetlîamkeran ve bihevre nayên jiyîn. Bi tenê bi têkoşînê li hemberî siyaset û hişmendiya qetlîamker dikarin hebûna xwe bidomînin. Herweha Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bîst salan wisa bi têkoşînê hebûna xwe domandine û pêşketinên bêhempa afirandine. Niha jî di destpêka salvegera 21. de, gihîştiye bîra bi temamî têkbirina qomployê û tunekirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê.
Gelê Kurd û dostên wê êdî bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê re naxwazin bihevre bijîn. Perçekirina vê pergalê û azadkirina Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Wateya pêngava “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin“ ev e. Xuyaye ku di salvegera 20. a têkoşîna li hemberî qomployê de ji bo ku bigihîjin armanca xwe bibîryar in.
Ji ber vê yekê jî Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê Leyla Guven ev 93 roj in laşê xwe razandiye ber bi mirinê. Ciwanê Kurd a egîd Nasir Yagiz, ev 80 roj in bi birçîbûnê re şer dike. Bi sed hezaran dîlên azadiyê, di zindanên TCê de ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ne. Di serî de li Strasbourgê, li dervayî welat gelek şoreşger û welatparêz ketine greva birçîbûnê. Nexwe her roj bi sedan mirov şane bi şane dihelin. Lê di dilsozî û bibîryarbûna wan de tu paşketin an jï lewazbûn çenabin. Beravajî vê îfade dikin ku bi vî awayî hê baştir azadiyê fêhm dikin. Gazî herkesî dikin ku hîn xurtir tevlî pêngava berxwedanê bibin.
Divê em li vir rast bifikirin û rastiyê jî bibînin; heke armancên wisa mezin û pîroz a mirovan tuneba, mirov çawa wisa li berxwe bidana! Çawa her roj li hemberî şane bi şane helandinê li berxwe bide? Xuyaye ku nikarin. Tiştê ku hêz û bibîryarî dide wan armancên wan e. Wê demê divê ku armancên wan û rastiyên ku ew razandine birçîbûnê baş fêhm bikin û lê xwedî derkevin.
Bêguman li hemberî Qomploya 15ê Sibatê û pergala tecrîdê tên dayîn, bi tenê grevên birçîbûnê re ne bisînor e. Ligel mercên zivistanê, çalakiyên gerîlayan a kujer jî berdewam dike. Protestoyên jin û ciwanên Kurd her roj ku diçe zêdetir dibe. Di guncana siyaseta Demokratîk de ji bo teşhîrkirina faşîzmê mitîng û xwepêşandanan tên lidarxistin. Li 4 perçeyên Kurdistanê û dervayî welat gelê Kurd û dostên wê li ser piyan in. Çalakî cûrbicûr dibin, mezin dibin û belav dibin. Her ku biçe wê zêdetir jî bibe. Di salvegera 20. a Qomploya 15ê Sibatê de tê fêhmkirin ku Qomploya 15ê Sibatê wê têk biçe.
Ji ber vê jî divê em hîn çalaktir, hîn afirîner û hîn berxwedêr bibin. Di salvegera 20. a qomployê de divê ku çalakiyên “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin“ hîn mezintir bikin. Êdî di şêweya çalakiyan de hewcehiya nûyîtiyê heye. Girîng e ku çalakiyên domdarî û ber bi mezinbûnê ve diçe pêş bikeve; mîna çalakiya greva birçîbûnê. Divê ku em nebêjin “Nabe û nayê kirinê“; beravajî vê divê em bibîryar û biheter bibin da ku em encameke bigrin. Di salvegera 20. a qomployê de qomployê bi vî awayî pêşwazîkirin, helwesteke şoreşgerî wê bibe.
Selehaddin Erdem
Ji Ozgur Polîtika hatiye vergerandin