Li Edene û Amed’ê , ciwanan ji bo mezinkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, li ser dîwaran nivîs nivîsandin û belavokên stickersê daliqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 96’an de didome.
Ligel vê çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê jî didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê, li kuçeyên Taxa Denîzlî ya navçeya seyhanê li ser dîwaran “Tecrîdê bişikîne, faşîzmê perçe bike”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em 15’ê Sibatê şermezar dikin”, “Hin hene li ber xwe didin #Leylaguven” û “Bimire komploya 15’ê Sibatê” nivîsandin.
Her wiha li Amed Rezan’ê jî ciwanan ji bo mezinkirina berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê stickêrsên ku li ser de “Daxwaza we daxwaza me ye” hatib3un niv3isandin daliqandin.
Polêsan êrîşê ciwanên HDP’ê kirin û civanên bi navê Hüsamettin Tanrikulu, Renas Kocakaya ve Mehmet Tahi hatin binçavkirin, piştê cezaya pereyê serbest hatin berdan