Berî ku mirov li vir bimirin, divê her kes bi taybetî jin û ciwan bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ev xwedîderketin wê faşîzmê qels bike û rê li ber azadiyê veke. Girîng gel timî li qadan be, çalakiyan li dar bixe. Em bang li gelê xwe dikin ku li ser vê bingehê xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û qadan vala nehêle.
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamevan Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê girtî ne, 59 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiyê ya her sê girtiyên jin roj bi roj giran dibe, bi zorê avê vedixwin, ji ber deng, ronahî û bêhnê hesas bûne. Tevî vê yekê gelek kîlo li xwe kêm kirine, pirsgirêkên tansiyon û şekir li wan der bûne. Hate ragihandin, nêzî mehek e rojnameya Yenî Yaşam ji girtiyan re nayê dayin.
‘EGER ÇALAKÎ MEZIN BIBE WÊ HINGÎ TECRÎD JI HOLÊ RABE’
Girtiyên jin li ser berxwedana xwe ev mesaj dan: “Têkoşîn bi ked û têkoşîna gel gihîşt vê qonaxê. Em zanin ku ked û hewldanên gel wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Em zarokên wî gelî ne ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Gimgim û Efrîn dîtiye. Hîn jî ji ber karên me li qadên xwerêveberiyê li Cizîr, Sûr û Nisêbînê nekir, dilê me şikestiye, wijdanê me ne rehet e. Eger wê rojê em xwedî li wê berxwedanê derketibûna, rewşa niha dibe ku cuda bûya. Ji ber ku wê wextê em li ber neheqî, zilm û komkujiyê bêdeng man, niha pêvajoyeke girantir bi serê me ve hatiye.
Berî ku mirov li vir bimirin, divê her kes bi taybetî jin û ciwan bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ev xwedîderketin wê faşîzmê qels bike û rê li ber azadiyê veke. Girîng gel timî li qadan be, çalakiyan li dar bixe. Em bang li gelê xwe dikin ku li ser vê bingehê xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û qadan vala nehêle. Tecrîda li Îmraliyê û tecrîdkirina gel bi vî rengî ji holê dikare bê rakirin. Em ji faşîzmê netirsin, faşîzmê di tirsonekiya wê de ragirin. Em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve, berxwedana me wê bi ser bikeve.”