Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava’yê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêberê Gelan bi şiyara “Ji bo tecrîdê bişkîne, faşizmî biruxîne, Rêbertî azad bike, Serî Hilde!” ve îro ji meşa dirêj a 3 rojan re destpê dikin.
KOBANÊ- Li her derê cihanî li dijî komploya nawdewletî ya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bikin û bi daxwaza rakirina tecrîdê meş û çalakî tên li darxistin. Ji van cihan yek jî qada Rojava û Bakurê Suriye’yê. Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava’yê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêberê Gelan bi şiyara “Ji bo tecrîdê bişkîne, faşizmî biruxîne, Rêbertî azad bike, Serî Hilde!” ve îro meşa dirêj a 3 rojan dest pêdike.
Em ê bi bloga zindî meşa dirêj a 3 rojan ji qada berxwedanê Kantona Kobanê ragihînin.
Roja Yekem a Meşa Dirêj a Kobanê dawî bû!
Meşa dirêj a li dijî tecrîda giran û komploya nawdewletî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan roja xwe ya yekem dawî kir.
Meşa Dirêj a Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava’yê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêberê Gelan bi şiyara “Ji bo tecrîdê bişkîne, faşizmî biruxîne, Rêbertî azad bike, Serî Hilde!” ve destpêkiribû roja xwe ya yekem li gundê MÎl a Kobanê dawî kir.
Meşvanan wê sibê berdewam bikin.
Ji Meşa dirêj a Kobanê hinek Dîmen!
Li dijî komploya 15’ê Sibatê Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava û Bakurê Sûriye destpêkir.
Rojava û Bakurê Suriye’yê. Ciwanên Bakurê Suriye û Rojava’yê Kurdistanê li dijî komploya li ser Rêberê Gelan bi şiyara “Ji bo tecrîdê bişkîne, faşizmî biruxîne, Rêbertî azad bike, Serî Hilde!” ve îro meşa dirêj a 3 rojan dest pê kir.
Meşa ku di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de pêk tê de dirûşma “Meşa Ciwanan a Ber Bi Azadiyê” derket pêş.
Meşa ku ji Çelebiyê hat destpêkirin heya gundê Elbelûrê’yê berdewam bike.
Gelek Ciwan ji bo meşa 3 rojan li Çelebiyê kom bûn
Di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de gelek kes li navçeya Kobanê Çelebiyê hatin li gel hev û ji bo destpêkirina meşê amade ne. Meşa ku 3 rojan bidome heya gundê Elbelûrê ya ku Rêberê Gelan cara yekem çûye vê gundê dawî bibe.
Niha ji gelek herêmên wek Tebqa, Reqqa, Minbîç’ê ciwan gihiştîn qadê û bicoş û morelekî mezin govend digerin.