Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistan, bi daxuyaniyek bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku roja 14’ê Sibatê dakevin qadan û cih û demê xwepêşandanan jî eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê wê bi şiyara “Em bi hev re faşîzmê hilweşînin” li gelek bajaran meş û xwepêşandanan li dar bixe. Însiyatîfê ragihand, 14’ê Sibatê saet navbera 17:00 û 20:00 wê çalakî pêk werin û banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Rojhilat de hate gotin, “Dijmin bi salan e dixwaze daxwazên rewa yên gelê me li çar parçeyên Kurdistanê tine bike. Gelê Kurd bi salan e bi rengekî watedar û bi rûmet li ber xwe dide. Dijmin li ber têkçûnê ye. Azadî nêz e.”
Li gorî daxuyaniyê, cih û dema çalakiyan wiha ye:
Sine: Meydana Azadî
Seqiz: Meşa ji Meydana Helû ber bi Meydana Cimhurî ve.
Merîwan: Meşa ji Kolana Şebrengê ber bi kolana bingehîn ve.
Mehabad: Meşa ji Meydana Şaredariyê ber bi Çarrêya Azadî ve.
Bokan: Meydana Fermandarî.
Ûrmiye: Meydana Îmam.
Xoy: Kolana Îmam.
Mako: Bûlwara Resaletê.
Kirmaşan: Meydana Azadî.
Ciwanro: Meşa ji kolana Bihadarî ber bi Meydana Besîc ve.
Şabad: Meşa ji Meydana Îmam ber bi Meydana Hîdayet ve.
Îlam: Meşa ji Çarrêya Sedî ber bi Meydana Îmam ve.