Asayîşa PDK’ê ciwanê bi navê Ayîd Remzî Seydo û 2 kesên din ku navê wan ne hate zanîn bi sedema tevlî xwepêşandana Şêladizê bûne binçav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihandine, asayîşa Dihokê îro, ciwanê bi navê Ayîd Remzî Seydo li gel 2 kesên din yên navê wan ne hate zanîn, bi sedema ku tevlî xwepêşandana Şêladizê bûne hatin binçavkirin.
Çavkaniya herêmî diyar kir ku her sê jî li bajaroka Siriyê ya ser bi Şêladizê hatine binçavkirin û ne hatiye zanîn birine kuderê.
23’yê Çileyê balafirên şer yên Tirk geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê ya ser bi Şêladizê bombebaran kiribûn û di encamê de 4 welatiyên herêmê şehîd bûbûn û heya niha jî agahî ji 2 ciwanên ku li cihê bûyerêbûn jî ne hatiye girtin. Gelê Dêralokê roja 25’ê Çileyê daxuyaniyeke girseyî ya nerazîbûnê dan û roja paştir jî welatiyên Şêladizê, Hêtûtê, Siriyê û Dêralok li hember komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr ser baregaha leşkerî ya Tirk de girtin û kevirbaran kirin. Di xwepêşandanê de zarokek 13 salî bi guleya leşkerên Tirk hate qetilkirin û welatiyek bi temen jî ji ber dengê zêde yê balafirên şer jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya PDK’ê soz dan rayedarên Tirk ku hemû kesên li dijî hebûna baregehên Tirk derketine ceza bike. Piştî van daxuyaniyan yekser pêla binçavkirinê ji Şêladizê heya Dihokê destpê kir û zêdeyî 80’ê kes hatin binçavkirin. Niha ji 80 kesan 18 kes hîn di girtîgehê de ne û têgotin ku wê cezayê girtîgehê li wan were birrîn.