Ciwanên Êzîdî li Şehba ji bo şermezar kirina komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
ŞEHBA- Bi şîyara “Soza me em ê pergala Îmralî hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” bi sedan ciwanên Êzidî û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî komploya navdewletî li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Şehba’yê meşek li dar xistin.
Meş li ser riya Babins-Til şeyr ve destpêkir û ciwan bi alên xwe û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û berxwedêr Leyla Guven ve tevlî meşê bûn. Heta stada Babins meşiyan. Li wir jî ciwanên Êzîdî daxuyaniyeke dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ên Efrînê em teqez dikin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ve Êzîdiyan ji tunebûnê ve hatine xelaskirin. Em komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin”.
Meş bi dirûşman ve dawî bû.