Meşa Dirêj a Ciwanan tê asteng kirin. Polêsên Alman êrîş li ciwanan kir û niha nahêle ku ciwan bimeşin.
ELMANYA- Polêsa faşîst a Elmanya meşa dirêj a ku ji Mannheîm’ê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat destpêkirin û îro di roja 3’an de ye asteng kir. Polêsên Alman êrîş li ciwanan kir û nehêşt ku ciwan bimeşin. Polêsên faşîst wek hincet, qedexekirina ala Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, pankartên çalakvanên greva birçîbûnê û dirûşma Bijî Serok Apo nîşan da.
Li gor agahiya dawî polêsên Alman êrîşê ciwanan kir, meş qedexe kir û ciwanan binçav kir. Dorpêça li derdora ciwanan berdeqwam dike. Polêsên bi hesp hatine qadê. Ciwanê bi navê Alî Mahsûm jî hatiye birîndarkirin.
Ciwanan û KCD-E bang li hemû gel kir ku bila biherikin gel ciwanan û xwedî li cawanan derkevin.
Her wiha îro li dijî meşê ji aliyê faşîstek Tirk ve provakasyon pêk hatibû û polêsên faşîst ên Elman bêdeng mabû.