NAVENDA NÛÇEYAN
Nivîskar wiha nivîsiye; “Raperîn dişibine teqîna hêrsê ya ji nişka ve. Qontrola wê lawaz, venêrîn bêdîsîplîn, manewra ya bi sînor e. Sekinek e herî mafdar be jî, helwestek e çiqas pêwîst be jî ger li ser çarçoveyek zexm neyê rûniştandin dema valakirina hêrsê ye, Hêrs nayê qontrol kirin, dema herî lawaz e. Wek êrîşker xuyan dike lê hemû kozikê wî bêparastin û bêewlehî ne.” Lê em bizanîn ku cihê ku lê hêrs tune ye bi her awayê zilm û zordestiyê, heqaret, hewldanên serî tewandinê, hewldanênkole kirinê jiyan dibînin. Ger li cihekî hêrs tune be li wir di nav demê de koletî bê jiyan kirin, tenê dengek jî dernayê. Wek çawa deng dernayê di nav demê de wan kes û rêxistinê ku koletiyê didine pêşiya mirovan rewa didin nîşan.
Ji bo vê hêrsbûna sûçê li hember rûmeta mirovahiyê pêk hatinê dilpakî ya herî rast û di cih de ye. Ji bo wê hem mezinkirina hêrsê hem jî jiyankirina hêrsê divê bibe wek taybetmendiyek mirovbûnê. Ger di bin zext û zorê de pelaxtî be jî hêrsa mirovek an civakek wenda nebibe li hember zext û zordariyê raperîne teqez bê jiyan kirin. Mirov dikare piştî salên 1970’ê bûyerên li Kurdistanê qewimîne wekî mînak bide nîşan. Her kesî dît civakek ku sîha xwe ditirsî çawa bihişmet derkete sahneya dîrokê. Gelekî ku digotin newêrek e, tirsonek e, deng jê dernayê, stûxwar e dema piçekî roniya hêviyê, hinekî hişmendiyê didiyê çawa dibe gelê Newrozê me hemuya dît. Dixwaze bila “tirsa wan bizivire newêrekiyê, newêrekiya wan jî bizivire sîhê, sîha wan derkeve derveyê bedena jî” yê wiha dema çirûskek vêket dikarin yê ku dixwazin jiyanê ji wan re bikin zindan jiyana wan biguherînin zindanê. Bes e ku hêrsa wan a ku kom bûye birijînin kerxê rast.
Em bizanibin ku hêrs bi hişmendiya dîrokê ve şekl digire. Dema hêrs û hostetî tên li ba hev dibe lehiyek pêşî nayê girtin.
Dîsa em vê baş bizanin ku divê tu car em nehêlin hestên me bên perçiqandin. Ger carekî rêya perçiqandina hestên mirov vebibe ya li dû gav bi gav helandin e.
Em di dîroka şoreşan de dizanin ku tu şoreş û şoreşger ger hêrsa wî tune be şoreş ser nexistiye. Ya ku şoreşê li ser dixe mezinbûna hêrsa şoreşgera ya li hember zilm û zordariyê ye. Ji bo wê di welatên ku tê de şoreş tê jiyan kirin ger hêrs bi sînor be, hêrs bi zû aş be, li wir divê bisekinin û xwe li ber çav derbas bikin. Ger mijar ciwanê Kurdistanê be û hêrsa wî bisînor be, hêrsa wî wek lehî benda hilneşîne divê ciwan li wir bisekine û li neynikê de xwe mêzeke û xwe li ber çav derbas bike. Ger bê pirsîn hêrseke çawa, helbet divê bersiva me bibe hêrseke wek tsunamiyek ku bikaribe hemû benda hilşîne. “Aliyê hêrsê, serê wê tûj bêguman li neyar be, li hember her tiştê ku xizmetê neyar re dike be û bi vê hişmendiyê şekl bigire, ew hêrsê wî yê lê bibe alîkar ku li ser piya bisekine.” Rê nîşan dike, pêşiyê vedike û li pêşiyê ronî dike.
Em bizanibin ku di şert û mercên Kurdistanê de ger li hember mêtingeriyê, mêtingera û hemû kes û saziyên mêtingeriyê hêrseke mezin tune be an jî lawaz be li wir de pirsgirêk heye. Divê hêrs tenê li hember mêtingera nebe, çima ewqas deme ev mêtinger li welatê me çi dikin, ew jî hêrsa ciwanekî wek rexne li xwe be. Hêrseke wiha mirov di pêş de dibe. Dîsa bila bê zanîn ku pirsgirêk ne tenê hêrsa gotin û bertek nîşandinê ye. Ya girîng ew e ku ew bertekê ku hatine nîşandan biguhere hişmendiyê û kesayetek zexm biafirîne. Ger hêrs kesekî xurt neke, di kesekî de nezivire hişmendiyê li wir hêrs û bertekên hatine jiyan kirin zêde dirêj nabin û di nav demê de dibe çep û rast bin jî.
Ji bo em vê fêm bikin em li derdorê mêze bikin bes e. Di demên berê li hember mêtingeriyê bertekên tenê bi hest hatin nîşan kirin di nav demê de wek agire ka yê vemirî çû an jî wek kefa sabûnê firiya çû.
Divê hêrsa me ne wek agirê ka yê be ne jî wek kefa sabûnê be. Dema hêrsa me pêket divê hemû deşt, çiya û çiya de heya bajara were xarê metropola bişewitîne. Ji bo wiha bibe divê teqez hêrsa me birêxistî be. Ger wiha be hêrsa me yê bêtir kur be, zêde be û bi wate be.
Ji bo wê bila hêrsa me kêm nebe, hêrsa me netemire.
Peyva dawiyê; Kemal Pîr gotiye ” ger şoreşgerek hêrsa xwe wenda bike yê gelek tiştê xwe wenda bike”
Bi hêviya hêrsa me neraweste.
Hayrî Engîn