NAVENDA NÛÇEYAN
Me ji bo navê rûmeta mirovahiyê dest bi vî karî kir. Ev qiyamet ev êşkence ev xwîn ev sebir ev rik hew û hew ji bo mirovbûyînê heterkirin e.” Rêber Apo
Di dîroka gelan de çiqilên têkoşîna azadiyê ew qas pir in ku; aliyê her pol, her gel û netewe ji bo xwestekên azadiyê têkoşîn kirine. Li her deverê dinyayê û li her bihostek erd de haveynê têkoşînê ku afirandiye, li ser erdê Kurdistana ku hatiye ji bîr kirin , tune tê diyîn naye pê girtin.Ji ber ku, tu netew tu welat wek Kurdistan nehatiye şerîn û berhewa kirin. Ji ber vê ev cûdatî, wek xwe çiteya têkoşînek cûda dixwaze. Kurdistan welatek wisaye ku diyardeyên ku li derdora xwemaliya wê nîn in napejirîne û li dijî wê tê.Hew ne ekolojiya gelên Kurdistanê xweza û xwerist jî lê vedigerîne.Taybetî xwezaya Kurdistan a ku tolhildanî, eman nedaye tu mêtîngeha.Yên ku bi xwesteka teror û mêtînî têne van erdan, heta kevirekî, darekî, zinarekî an kortalekî ji xwere dijmin dîtine û êrîş kirine.Xwezaya Kurdistanê mêtîngehan daqurtandiye û ji wan re bûye goristan.Di her şerên dîrokê de ev peyitandiye. Hemû civakan de, bi xwezaya erdên ku li ser dijîn re her dem bituniya wan heye.Mixabin gelê Kurd bi xwezaya Kurdistan pêş dikeve.Bi çiyayên Kurdistan re girêdayiya diyalektîkî.Kurda kiriye kiyîtiyek dijraber û berxwedar.Yên ev axa dê ku ji dinyayê re dergûşî kiriye bîr kirin, zarokên wê daykê sîleyek dîrokî bavêje û hesab bipirse.Zarokê ku rastiya navê wê bi şayan dijî wê bibe nivîskar û pêşengê vê dîrokê.
Lêgerînvanê rasteqîniyê ya dîroka berfireh Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Rêber APO ku dibêje; “Xwendina pêşketinên dîroka Kurdistanê, tenê bi pratîkê ve pêkan e“, bi paradigmaya rizgariya neteweyî re ji mêtîngeran hisab dipirse. Nirxa têkoşîna ku hatiye afirandin, ji bo ku xeyalên Kurdan yên sedsalî dikare bîne cih, ji aliyê Kurdan ve hat xwedîlêderketin. Gel ev wek aveke li çolê didît. Herweha mêtîngeran her tiştên ku di derheqê Kurd û Kurdistanê de ne tune kiribûn. Meşa azadiyê ku bi Rêber APO û rêhevalên wî re hat destpêkirin, ji bo êrîşên mêtîngeran bersiveke bû. Ne mîna serhildanên berî bû; cihê ku lê derbas dibûn, şeniyên gund, bajarok, bajar jî bi xwe re dibirin, didan meşandin. Dema ku têkoşîn di vê astê de diçû, Dewleta Tirk a faşîst bi derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ve dixwest têkoşîna azadiyê li zindanan bihelîne. Berxwedana ku bi Hakî Karer re dest pê kir, li zindana Amedê bi hemû kadro û alîgiran re bû yek. Bi pêngava 15ê Tebaxê ku bi bingeha dilsozî û hevpiştbûna Berwedanên Zîndanê çêbû, gelê Kurd êdî gihîştîbû lûtkeyê û qûş li dijmin diqetandin. Ji ber ku Tevgera Azadî xwe bi lezûbez birêxistin dikir, Dewleta Tirk a faşîst ji bo afirînerê Tevgera Azadiyê Rêber APO ketibû amadehiya qomployan. Dijminê ku bi îmhakirina Rêber APO re difikiriya ku Tevgera Azadiyê jî wê tasfiye bibe, di salvegera bûyerên dîrokî de plansaziyên êrîşê pêş dixist.
Li paytexta Surî Şamê, di 6ê Gulana 1996an de dema ku Rêber APO ji akademiyê derdiket rastî êrîşa seyareyê bibombe hat. Êrîşek bitundî bû û dûrî kîlometreyan jî hatibû hîskirin. Di encama teqînê de tu wendahî çênebûbû. Di salvegera qetilkirina Denîz Gezmîş û rêhevalên wî de ev êrîş ne pîşadî ye. Ev gava ewil a qomplo û tunekirinê bû, lê vala derket. Ev êrîş ku Rêber APO û pêşengên PKK hatibû hedefgirtin, li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê hat protestokirin û gel rabûn ser piyan. Gel û gerîla bûn yek û bersivek bi qatî ji vê êrîşê re dan.
Çalakiya Cangoriyê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) (30ê Hezîrana 1996)
Piştî ku Gladyoya Tirk êrîş pêk anî şûnde Zeynep Kinaci bi navê kod Zîlan, di 30ê Hezîrana 1996an de li navenda Dêrsimê dikeve nava merasîma leşkerî û çalakiya cangoriyê pêk tîne. Bi vê çalakiyê dijmin matmayî ma û dîrok ket qonaxek nû û nexşerêya Rêber APO çawa bê parastinê jî hat diyarkirin. Piştî çalakiya Zîlan, Rêber APO bi gotina ;“ Zîlan serfermandara me ye û em jî leşkerên wê ne“ Serfermandara Nemiran wisa daye wesfandin.
Çalakiya Cangoriyê ya Rewşen (Leyla Kaplan) ( 25ê Cotmeha 1996)
Êdî weke Zîlan li derdora Rêber APO bûyîna xelekek ji agir giyanek bibû. Leyla Kaplan bi navê kod (Rewşen), di 25ê Cotmeha 1996an de li hemberî Gerînendeya Hêzên Çalak a Edeneyê çalakiyeke Cangorî li dar xist. Li hemberî êrîşa bibombeyî ku li hember Rêber APO hatibû çêkirin, li Kurdistanê xêza Cangoriyê hatibû avakirin. Xwediyên vê xêzê ji hevpiştên xwe re manîfestoyek diyar kiribûn.
Çalakiya Cangoriyê ya Bermal (Guler Otaç) (29ê Cotmeha 1996)
Piştî çalakiya Rewşen çendek roj şûnde, Guler Otaç bi navê kod Bermal, di 29ê Cotmeha 1996an de li navenda Sêwazê li hemberî qereqola Sûkê çalakiyeke cangorî li dar xist. Heval Bermal, şopdara vê tolhildana germ bû.
Wê Bidome….
Pîr Dogan Serhed