Ciwanên PYD’ê amadekariya kongreya xwe dikin!

Buroya Ciwanan a Rêxistina PYD‘ê ya Helebê di çarçoveya amedekariyên lidarxistina kongreya xwe de bi komîte û buroyên ciwanan re civiya.

HELEB- Buroya Ciwanan a Rêxistina PYD‘ê ya Helebê di çarçoveya amedekariyên lidarxistina kongreya xwe de bi komîte û buroyên ciwanan re civiya.

Civîn bi beşdarbûna 100 ciwanan ên ji endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajarê Helebê li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Wekî ku hatiye plankirin kongreya Buroya Ciwanan a PYD‘ê ya Helebê dê di 18‘ê Adarê de were lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêveberê Buroya Ciwana a rêxistina PYD‘ê Sadiq Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşa kir ku pêwîste hemû ciwan di civînê de nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman da ku rê li ber şerê taybet were girtin û ji pêşxistina hişmendiya ciwanan gavên girîng bêne avêtin.

Endamê rêveber ê Buroya Ciwanan Ednan Reşîd rapora du salan a girêdayî rewşa siyasî, rêxistinî, kar û xebatên buroyê xwendin û ji aliyê beşdaran ve nêrîn û pêşniyar derketin.

Piştî nirxanadinên beşdaran biryar hatin girtin. ji wan:

Ji bo jinên ciwan dewreyên perwerdeyê yên zanistî werin vekirin, komîteyeke were avakirin da ku li ser perwerdeya ciwanan bisekene û tevlêbûna wan di nava komînan de xurt bike, buroyên ciwanan li taxên bajêr werin vekirin, turnoveyeke werzîşê bi navê Berxwedan were avakirin.

Biryarên ku hatin girtin dê di kongreyê de werin gotûbêjkirin.

Di dawiya civînê de belgefîlmeke li ser komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandin.

Nivîsa Pêş